Li Swîsreyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê didomin
Li gelek navendên Swîsreyê ji bo 76’emîn rojbûna Rêber Apo şahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku divê li gorî banga Rêber Apo tevger bê kirin.
Li gelek navendên Swîsreyê ji bo 76’emîn rojbûna Rêber Apo şahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku divê li gorî banga Rêber Apo tevger bê kirin.
Li bajarên Luzern, Biel, Solothurn, Rapperswil, Bellinzona, Chur û Aarau yên Swîsreyê ji bo 76’emîn rojbûna Rêber Apo şahî hatin lidarxistin.
LUZERN
Li Luzernê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ji bo 76’emîn rojbûna Rêber Apo li avahiya Meclîsa Gelê Kurd a Luzernê şahî hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di şahiyê de li ser navê Meclîsa Jinê Fatma Tore axivî û got: “4’ê Nîsanê li hevrêyên li girtîgehan li ber xwe didin, Gerîlayên Azadiyê, dayikan, ciwanan û hemû gelên Kurdistanê pîroz be. Ev tenê ne rojbûna Rêbertiyê ye, ev rojbûna hemû gelên Kurdsitanê ye. Rojbûna hemû gelê me pîroz be.”
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-Lu) Ercan Guneş jî axivî û got: “Em îro rojbûna 76’emîn a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo ji nûve şînbûna Rojhilata Navîn e. Rojbûna ciwanan, jinan û mirovahiyê ye. Em vê rojê diyarî hemû mirovahiyê, gerîlayên qehreman û şehîdên xwe dikin.”
Endamê Meclîsa Luzernê Alaaddîn Zûgûrlû jî axivî û got: “Em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Divê li gorî banga Rêber Apo tevger bê kirin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Rêber Apo hatibû amadekirin hat pêşandan.
BIEL
Bi boneya rojbûna Rêber Apo şahiyek li dora dara Rêbertiyê ya ku di sala 2016’an de li peravên Gola Bîelê hatibû çandin, hate lidarxistin. Şahî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hat lidarxistin.
SOLOTHURN
Navendek din a şahiyê Solothurn bû. Şahî bi pêşengiya Komkuna Jinê ya Pinar ve hat lidarxistin.
RAPPERSWIL
Komuna Gel a Şehîd Çiyager jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kir.
Li Bellinzona, Chur û Aarauyê jî 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.