Navenda Lêkolînên Tirkiyeyê (CEFTUS) li Parlamenta Brîtanyayê bi sernavê 'Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê, bûyerên rojane û bendewariyên ji paşerojê' panelek lidar xist.
Parlamenterê DEM Partiyê û Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Mîthat Sancar, Şaredara berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn ku beriya niha bi demeke kurt ji girtîgehê hate berdan û Parlamenterê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Panela ku Lord Matthew Elliott moderatorî jê re kir, ji aliyê gelek nivîskar, akademîsyen û siyasetmedaran ve hate şopandin.
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û Parlamenterê AKP'ê Galîp Ensarîoglû li gel ku beriya niha hatibû ragihandin ku wê beşdar bibin, ji ber hincetên cuda beşdar nebûn.
Prof. Dr. Mîthat Sancar li ser pêvajoya ku 1'ê Cotmehê bi banga Devlet Bahçelî destpê kir û 27'ê Sibatê bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo dewam kir, axivî.
Mîthat Sancar anî ziman ku ev pêvajo naşibe pêvajoyên şer û aştiyê yên heta niha li cîhanê rû dane û got, "Niha zehmet e ku nav li vê pêvajoyê bê kirin û gav bi gav nîqaş diyar dibin. Ji ber ku pêvajo naşibe pêvajoyên beriya niha yên li cîhanê qewimîn, xwedî encamên girîng e. Ya destpêkê jî ew e ku erka pêkanîna çareserî û aştiyê radestî aktorên civakî, qada siyasî hatiye kirin."
DIVÊ PKK KARIBE BI LÎDERÊ XWE RE DI NAVA TÊKILIYÊ DE BE
Sancar bi bîr xist ku banga Rêber Apo bi sernavê 'Aştî û Civaka Demokratîk' e û got, "Beriya her tiştî PKK wê çekê dîne, xwe fesih bike. Baş e, ev aştî û civaka demokratîk wê ji aliyê kê ve bê avakirin. Wê demê aktor û muxatabaê esasî li gel hêzên siyasî temamiya civakê ye. Bi vî rengî gelek derdorên ku heta niha xwe weke aktorê esasî nedidîtin û bi berpirsyariya bingehînî tevnedigeriyan, bi carekê bi mecbûriyeta berpirsyariya vê pirsgirêkê re rû bi rû man."
Sancar destnîşan kir ku eger ev pêvajo bi ser bikeve, wê weke mînakekê bikeve dîroka pêvajoyên aştî û çareseriyê ya cîhanê. Sancar diyar kir ku PKK ji bo biryara çekdanînê werbigire û xwe fesih bike, divê kongreya xwe bicivîne û ji bo karibe kongreya xwe bicivîne jî dixwaze bi lîderê xwe re di nava têkiliyê de be û ev jî di xwezaya vî karî de heye.
DIVÊ ŞERT Û MERC BÊNE GUNCAWKIRIN
Sancar destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê di asta dîrokî de ye û got, "Ji bo çekdanînê û fesihkirina rêxistinê, karên divê bêne kirin hene. Piştî ku derbasî vê qonaxa ewqasî girîng bû, serxisitna qonaxa ji niha û pê ve di nava van şert û mercan de zehmet nîne. Divê şert û merc li gorî vê yekê bêne amadekirin. Û ev yek jî berpirsyariya desthilatdarî û dewletê ye."
AŞTIYA KURD GIRÎNG E
Sancar got, "Têkoşîna siyasî ya demokratîk di heman demê de divê dînamîka bingehîn a aştiya erênî yanî aştiya mayinde be. Aştiya Kurd girîng e. Bêguman zor û zehmetî, astengî hene û her ku ev pêvajo bi rê ve çû wê rû bide. Lingekî xwe li Sûriyeyê, lingê xwe yê din jî di nava hevsengiyên siyasî yên navxweyî yên li Tirkiyeyê ye. Hin hêz û aktorên hundirîn û derve hene ku dixwazin ev yek xera bibe. Ji bo ev astengî ji holê bêne rakirin, pêwîstî bi civakîbûna pêvajoyê û zêdekirina rewatiya demokratîk heye."
PARTIYA DEVA: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ
Parlamenterê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen jî bi sernavê 'Ji bo çareseriya şer, çarçoveya polîtîk û qanûnî' pêşkêşiyek kir û anî ziman ku Partiya DEVA rast dibîne ku ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî derfetên çareseriyê bêne bikaranîn û piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ekmen diyar kir ku pêvajoya nû naşibe 13 pêvajoyên beriya niha yên dewletê ceribandiye û destnîşan kir ku ji ber rola Bahçelî û bûyerên herêmî pêvajoya niha li gorî hewldanên beriya niha hîn bêhtir dikare encamê bi xwe re bîne.
Ekmen destnîşan kir ku sedemên bingehîn ên tundiyê divê ji holê bêne rakirin û got, "Heta ku sedemên bingehîn hebin, rêxistinek tasfiye bibe jî wê timî fikar hebe ku yeka din bikeve şûnê." Ekmen işaret bi girîngiya çarçoveya polîtîk û qanûnî kir û got, hewldana Bahçelî ya ji bo nîşandana vê pêvajoyê hêja ye.
ERKA PARLAMENTÊ
Ekmen diyar kir ku yek ji taybetmendiya pêvajoyê ya girîng ew e ku ji bilî partiyeke siyasî ya Parlamentoyê partiyên din di astên cuda de piştgiriyê didin pêvajoyê. Ekmen da zanîn ku bawerî û rewabûna pêvajoyê ne bi Erdogan bi Bahçelî re pêş ketiye û DEM Partî ji 1’ê Cotmehê ve ye weke partiya navbeynkar rola xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîye.
Ekmen bal kişand ser girîngiya çarçoveya yasayî ya pêvajoyê û rola Parlamentoyê bi bîr xist û îfade kir kir ku di pêvajoyeke bi vî rengî de erkên cuda dikevin berê Parlamentoyê û ev yek anîn ziman: ‘’Ya yekem divê têkildarî birêvebirina pêvajoyê ji bo yasa û pêkhêneran hin temînatên yasayî werin dabînkirin. Ya duyem pêkanîna çarçoveyeke yasayî ya têkildarî tasfiyeya kadroyên rêxistinê a Yasaya Vegera Malê ye. Ya sêyem jîew e ku divê girêdayî yasa û makeqanûnê sererastkirinên ku qadên siyasal û demokratîk berfireh û maf û azadiyan zêde bikin, werin kirin.’’
NÛRHAYAT ALTÛN: ME PERGALEKE NÛ AVA KIR
Şaredara Dêrsîmê ya berê Nûrhayat Altûn têkildarî rêveberiyên xwecihî yên di pêvajoya şer û çareseriyê de axaftinek kir. Nûrhayat Altûn diyar kir ku pevçûnên çekdarî bi qasîku bes dibin sedema windahiyên madî û manewî di heman demê de zirareke mezin didin nirxên civakî jî û behsa nêzîkatiya tevgera siyasî ya Kurd a li hemberî rêveberiyên xwecihî kir. Altûn destnîşan kir ku ewke rêveberiyên xwecihî li şûna nirxên civakî ên ku zirar dîtîne, berpirsiyariya wan a weke avakirina civakeke exlaqîûpolîtîk heye û got: ‘’ Me polîtîkayên xwe yên rêveberiyên xecihî di pêvajoyên pevçûnan de ji qedeyan bigirin heya înkarê û ji xebatên ku wê ji bo demokratîkbûyîna civakê werin kirn re rola pêşengtiyê girtibû ser milên xwe.’’
Nûrhayat Altûn diyar kir ku paradîgmayên rêveberiyên xwecihî xeta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e û îfade kir ku wan di çarçoveya vê paradîgmayê de di rêveberiyên xwecihî de gelek pergalên nû ên weke hevserokatiyê, serokatiya daîreyan a jinan, saziyên jinan, pirzimanî, mafê nûnertiya cudahiyan û mafên mirovan ava kirine.
WEKE DIJMIN NÊZ BÛN
Nûrhayat Altûn bal kişand ser zext û polîtîkayên desteserkirina şaredariyan ên di dema ku wan hewl dida vê paradîgmayê bixin dewrê. Altûn diyar kir ku îdareya navendî ji ber ku ji xebatên wan aciz dibûn îradeya gel bi rêya qeyûman desteser kirin û îdareya navendî bi vê yekê re sînordar nema û ew bi hincetên derewîn binçav kirin û girtin.
Nûrhayat Altûn bal kişand ser rola rêveberiyên xwecihî ya ji bo avakirina pêvajoya aştiyane û got, "Ya ku li wir tê talankirin hilberînên partiyekê bi tenê nîn, nirxên bingehîn ên gel e. Nêzîkatiya li vî gelî ye. Lewma girtina me dihate wateya 'tu ne ji me ye'. Mîna 'dijminekî' nêzîk bûn û hiqûqa vê yekê hate ferzkirin. Ji ber ku 7 salan ez girtî mam û di vir de der barê şaredariyê de ti îdîa tine bû. Şêweyê darizandina me li dijî hiqûqê bû."