Li Londonê ji bo 'Silavkirina berxwedana Amarayê’ meş hat lidarxistin
Meclîsa Jinê ya Jiyan a Londonê ji bo rojbûna Rêber Apo bi şiyara “Em meşa Amarayê silav dikin” meşek girseyî li dar xist.
Meclîsa Jinê ya Jiyan a Londonê ji bo rojbûna Rêber Apo bi şiyara “Em meşa Amarayê silav dikin” meşek girseyî li dar xist.
Li ser banga Meclîsa Jinê ya Jiyan a Londonê bi dirûşma "Em ji Londonê berxwedana Amarayê silav dikin" meşeke girseyî hat lidarxistin.
Girseya li ber Pirtûkxaneya Wood Green kom bû û timî dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
Endamên Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) jî tevlî çalakiyê bûn û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin.
Gulê Pazarcix li ser navê Meclîsa Jinê ya Jiyan axivî. Gulê Pazarcix 4'ê Nîsanê weke zayîna gelê Kurd û mirovahiyê pênase kir û got, "Rojbûna Rêber Apo zayîna gelê ku dihat înkar kirine. Ev zayîn, zayîna konfederalîzma demokratîk e, ku alternatîfa li hemberî modernîteya kapîtalîst e û zayîna têkoşîna jinê ye. Em careke din girêdana xwe ya bi Rêber Apo re tînin ziman û soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî dubare dikin."
PARADÎGMAYA RÊBER APO RÊYA ME RONÎ KIR
Pazarcix anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo weke manîfestoya jiyana demokratîk û azad hat qebûlkirin û wiha domand: "Ev bang manîfestoya jiyana azad a têkoşîna azadiya jinê ye. Bi xwedîderketina vê bangê re em careke din dibêjin ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”
Nûnera TCŞ'ê jî diyar kir ku ew bi şiyara Rêber Apo ya "Me ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin" derketine rê û got, "Rojbûna Rêber Apo zayîna gelan e. Fikir, paradîgma û jiyana Rêber Apo rêya me ronî dike. Ciwanên Şoreşger heta misogerkirina azadiya Rêber Apo wê berxwedanê mezin bikin.”
Piştî axaftinan girseyê bi çepik, tilîliyan û dirûşman meşiya. Di meşê de stranên li ser Rêber Apo hatin gotin. Kesên derdorê eleqeyek mezin nîşanî meşê dan.
Meş li ber avahiya KCC’ê bi dawî bû. Bi gerandina govendê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.