BI DÎMEN

4’ê Nîsanê li Sydney û Romayê hat pîrozkirin

Li Sydney û Romayê 4’ê Nîsanê rojbûna 76’emîn a Rêber Apo hat pîrozkirin.

Li bajarê Sydney ê Awusturalyayê rojbûna 76’emîn a Rêber Apo bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin û salvegerên damezrandina YPJ û PJAK’ê jî hatin silavkirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka NCKD’ê Ronahî Qendîl axivî û wiha got: “Em rojbûna Rêber Apo ku li Amarayê ji dayik bû û ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû hêvî, silav dikin û silav û hezkirinên xwe dişînin. Dîsa salvegerên damezrandina PJAK û YPJ’ê pîroz dikin.”

Hevserokê NCDK’ê Tîmur Tatvan jî wiha got: “Jidayikbûna Rêber Apo, ji nû ve zayîna gelekî û derketina wê ya li dîka dîrokê îfade dike. Rêbertiyekî ku di dîroka Kurdistanê de cara ewil derketiye. Ji ber vê yekê jidayikbûna wî xwedî wateyekî dîrokî ye.”

Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awusturalyayê Brûsk Ayveri jî wiha got: “Gelê Kurd di Newrozê de bi beşdarbûna mîlyonan kesan nîşan da ku ew piştgirî didin pêngava dîrokî ku Rêber Apo da destpêkirin. Ji bo ku ev pêngav bigihije serkeftinê divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin.”

Piştî pêşandana slayt a ji bo Rêber Apo hatibû amadekirin, govend hate gerandin.

ROMA

Komeleya Çanda Kurd a Amara ku li paytexta Îtalya Romayê xebatê dimeşîne, bi wesîleya rojbûna 76’emîn a Rêber Apo çalakiyekî li dar xist.

Her 4’ê Nîsanê li baxçeya Azadî ya komeleyê darekî tê çandin. Malbatên Kurd ên welatparêz û dostên wan ên Îtalyan ku di çalakiyê de li hev civiyan, rojbûna 76’emîn a Rêber Apo bi hêviya azadiya wî ya fîzîkî pîroz kirin. Çalakî piştî çandina darê pirteqalê bi dawî bû.