NÛ BÛ

Li Krasnodar û Stavropolê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Krasnodarê 76’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û peyam dan ku ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo çi pêwîst be ew ê bikin.

76’EMÎN ROJBÛNA RÊBER APO

76’emîn rojbûna Rêber Apo li Mala Kurd a gundê Bêlo ya Krasnodar a Rûsyayê bi şahî û çandina şitilan hat pîrozkirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Berdevka Saziya Jinê Sînem Mehmed li ser girîngiya rojê axivî û rojbûna Rêber Apo pîroz kir.

Sînem Mehmed diyar kir ku Rêber Apo baweriyeke mezin daye jinên Kurd ên li Rûsyayê û got, "Hêviya me ew e ku em 4'ê Nîsana bê bi Rêberê azad re pîroz bikin."

Wezîr Barî jî zayîna 4'ê Nîsanê silav kir û diyar kir ku Rêber Apo ronahî, hêvî û azadiya gelê Kurd e û got, "Bi saya Rêber Apo gelê Kurd di qada navneteweyî de hat naskirin û di heman demê de pirsgirêka Kurd bû pirsgirêka sereke ya cîhanê. Hebûna Kurdan serketina Rêber Apo ye. Lewma em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Em ê Rêber Apo azad bikin û azad bijîn."

Hesen Bedir jî rojbûna Rêber Apo li gerîla û meşvanên tevî astengiyan heta Amarayê meşiyane pîroz kir.

Piştî axaftinan çalakî bi tilîlî û berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

STRAVROPOL

Li gundê Feldmarshal ê navçeya Novoaleksandrovskê ya Stavropolê ji aliyê endamên Komîteya Jinan ve şahî hat lidarxistin.

Li ser navê komîteyê Ferîda Kinyaz axivî û got, "Em rojbûna Rêber Apo li hemû jinên Kurd pîroz dikin. Rêber Apo silavên xwe ji me re şand, em ji vir jî silavên xwe yên germ ji Rêber Apo re dişînin."

Helîma Azad jî rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha domand: "Hebûna Rêber Apo hebûna gelê Kurd e. Em weke jin bi paradîgmaya Rêber Apo xwe ava dikin û pêş dixin. Me silavên Rêber Apo wergirtin û em silavên xwe yên germ û jidil ji Rêberê xwe re dişînin.”

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" û gerandina govendê bi dawî bû.