BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hat ragihandin, civîna gel hat lidarxistin. Parêzerê Rêber Apo Omer Guneş, siyasetmedar Ziya Pîr û Nûran Îmîr beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê hat lidarxistin, bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê parêzer Omer Guneş ewilî axivî.
OMER GUNEŞ: DIVÊ TIRKIYE TÊKEVE PÊVAJOYA DEMOKRATÎKBÛNÊ
Guneş diyar kir ku Tirkiye ji neçarî ketiye vê rêyê û anî ziman ku ji ber trisa xwe ji aliyekî ve polîtîkayên qirkirinê, li aliyê din ve jî pêvajoya demokratîkbûnê dimeşîne û wiha axivî: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de ev tişt got: ‘Ez ji sala 93'an vir ve dibêjim ku eger ev dewlet pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser neke, dev ji parçebûnê berdin wê nikaribe li Anatolyayê bimîne’. Her wiha divê perwerdehiya Kurdî bikeve rojevê û her der bibe navendeke perwerdeya Kurdî.”
ZIYA PÎR: DIVÊ EM BI SIYASETA SIVÎL HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ BIRÊXISTIN BIKIN
Ziya Pîr jî ev tişt anî ziman: "Divê em banga Rêber Apo rast bixwînin. Dema ku ev tevger bi 3 hevalan re hat destpêkirin, hebûna 40 milyon Kurdan nedihat qebûlkirin û bi taybetî li welatekî weke Tirkiyeyê ji bilî rêbaza têkoşîna çekdarî ne pêkan bû ku gel hebûna xwe bida bejirandin. Lê îro ev tevgera gel bûye sazî û spor, dîplomasî, huner, tenduristî û wêje bi pêş ket. Niha ji çekan zêdetir, bi amûrên sivîl têkoşîn tê meşandin. Ji ber vê yekê têkoşîna Kurdan guherî û têkoşîna çekdarî vegiherî siyasetê. Divê em bi siyaseta sivîl hemû beşên civakê bi rêxistin bikin. Divê em têkoşîna ku birêz Ocalan daye destpêkirin vala dernexin û xwedî lê derkevin. Wexta me ya ku em 50 sal, 100 salên din winda bikin tineye."
NÛRAN ÎMÎR: XURTKIRINA DESTÊN BIRÊZ OCALAN BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE
Siyasetmedar Nuran Îmîr jî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk û hemû hêzên girêdayî wê vîna vî gelî nas bikin û bikevin nava pêvajoyeke veguhertinê û wiha got: “Guhertin û veguhertin jêveneger e. Vîna ku birêz Abdullah Ocalan daniye holê ne tenê fikrek û bangek e; di heman demê de hêzeke polîtîk temsîl dike. Ev vîn biqasî ku deriyê aştiyê veke bi hêz e. Divê em xwedî li vê vînê derkevin, dengê wî bigihînin her derê û destên wî xurt bikin. Eger em dixwazin di rêya aştî, edalet û azadiyê de pêş bikevin, guh bidin vê vînê û piştgirîdayina wê berpirsyariyeke dîrokî ye.”