BI DÎMEN

Rojbûna Rêber Apo li Frankfurtê hat pîrozkirin

Bi pêşengiya Meclisa Jinê ya Amara û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TEKO-JIN) 76’emîn rojbûna Rêber Apo li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi tevlêbûneke xurt li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê pêk hat.

Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Nûnera Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zeynep Rojhilat rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Îro rojbûna Serok Apo ye. Rojbûna gel û gerdûnê ye." Rojhilat bi bîr xist ku 4'ê Nîsanê di heman demê de salvegera damezrandina PJAK'ê ye jî û anî ziman ku ev roja watedar ji aliyê gelê Rojhilat ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Piştî axaftinê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serokê me" hatin berzkirin.

Koma Folklorê ya Jinên Ciwan ên Frankfurtê derker ser dikê û govend gerand. Her wiha sînevîzyona li ser 76’emîn rojbûna Rêber Apo hatibû amadekirin hat pêşandan.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.