ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
TJA: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. -
Înstîtuya Kurdî cejna zimanê Kurdî pîroz kir
Înstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanyayê bi daxuyaniyekê Cejna Zzimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir, "Divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ê ji vê rojê û pê ve kurdî bikin zimanê xwe yê jiyanê." -
PKK'ê dengê berxwedanê Hozan Mizgîn bi bîr anî
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, di salvegera 28'emîn a şehadeta wê de Hozan Mizgîn bi bîr anî ku ew weke "notaya heyştemîn" a muzîka Kurdî û "dengê berxwedanê" pênase dike. -
Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anî
Komîteya Kevana Zêrîn di şexsê Şehîd Hozan Mizgîn de ya ku li Xerzanê şehîd bûbû got ku “Rêheval Mizgîn huner şoreşgerî kir, jiyan xweşik kir û wateya azadiyê mezin kiriye.” -
Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a 5’an destpê kir
Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a ji aliyê Yekîtiya Xwendkarên Azad (YXA) ve her du salan ji bo bîranîna şehîdan lidar dixe, îsal ji bo bîranîna ‘Şehîdên Cenga Rojava’ destpê kir. -
Nûnerê muzîka Amazîghan rehmet kir
Hunermend Idîr ê ku li her dera dinyayê wekî parêzvanê çand û zimanê gelê Amazîgh dihate naskirin, rehmet kir. -
Koma Amed, Kulîlka Azadiyê û Evdilmelîk Şêxbekir
Ya ku di vê nivîsê de bê vegotin wê çîroka dengekî ax, dîrok, bawerî, êş, berdêl û utopya ye. 'Melek' ê malbat û hevalên wî, Doktor Cûma, Şengal ê hevrêyên xwe, damezrîner û solîstê Koma Amed Evdilmelîk Şêxbekir... -
Hunermendên Kurd: Em xwedî li berxwedana endamên Grûp Yorûm derkevin
Hunermendên Kurd bi vîdeoyekê bal kişandin ser rojiya mirinê ya endamê koma Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û gotin “Em xwedî li berxwedanê derkevin.” -
Arşîva Radyoya Êrîwanê li ser înternetê hate weşandin
Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Elmanî (Deutsch-Kurdisches Kultur institut) wê ji bo 3 rojan li ser medya dîjîtal kampanyayekî ji bo weşandina 900 stranên zêdetirî 150 dengbêjan bide destpêkirin. -
Cîlda yekemîn a pirtûka “Rojava; welatê kesk, sor, zer” hate weşandin
Cîlda yekemîn a pirtûka bi navê “Rojava; welatê kesk, sor, zer” ya 81 rûpelî ya bi Farisî hate weşandin. -
Tûran: Hunermend xwedî berpirsyariyeke global e
Hevserokê TEV-ÇAND'ê Bulent Tûran got, li dijî krîza gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst pêwîste hunermend di rêxistiniya têkoşîna global de bi berpirsyarî rabin. -
Hunermendên Kurd bal kişandin ser girîngiya yekîtiyê
Hunermendên Kurd tevlî bernameya zindî ya Stêrk TV'yê bûn û bi bîr xistin ku yekîtiya netewî ji bo Kurdan pir girîng e. Hunermendan ji bo çareseriya Wertê banga diyalogê li hêzên Kurd kirin. -
Pirtûka 'Azadî' hesretê û hêviya bi azadiyê bilêv dike
Rojnamevan û nivîskar Yekta Şoreş têkildarî pirtûka xwe ya helbestan a bi navê 'Azadî' axivî û got, "Di pirtûkê de êşên gelê me, hesret û hêviyên wan hene." -
'Em hewl didin li gorî cewhera muzîka Kurdî tevdbigerin'
Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya, albûma nû ya bi navê 'Botan' weke 'vegera li cewhera xwe' pênase kir û diyar kir ku bi rêya vê albûmê wan xwestine rabirdûyê bigihînin vê serdemê û paşerojê. -
Fêrgeha Kurdî dest bi dayîna dersên Kurdî dike
Di vê serdemê de ya ku mirov ji ber koronavîrusê ji mala xwe dernakevin, li ser înternetê ji bo hînkirina Kurdî, Fêrgeha Kurdî hatibû amadekirin. Wê vîdeoya pêşîn a Fêrgeha Kurdî îro (13’ê Nîsanê) were weşandin. -
Albûma nû ya Awazê Çiya: Botan
Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya ku bi stran û klîbên xwe balê dikişîne, bi albûmeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Awazên Çiya albûma ku ji sala 2017'an ve li ser dixebite temam kir. -
TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa Hêlîn Bolek bi bîr anîn
Tevgerên çandê TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa, endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek bi bîr anîn, ku di roja 288'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû. -
Rojnivîskên Sorxwîn bû pirtûk
Rojniviskên gerîlaya jin Sorxwîn Ciwana Munzur (Ozgur Kaya) ku 1993'yan tevlî têkoşîna azadiyê bûyî û 11'ê Nîsana 2006'an li Botan Bestanê şehîd bûyî, bû pirtûk. -
Rêwîtiya sînamageriyê ya Xelîl Dag ..(2)
Em beşê duyan ê serboriya sînamgeriya Xelîl Dag didin, ku Dag li çiyayên Kurdistanê sînamagerî dikir û beriya 12 salan di şer de şehîd bûbû. Rêwîtiya sînamayê ya Xelîl Dag ji nivîsên wî hate berhevkirin. -
Rêwîtiya sînemayê ya Halîl Dag ... (1)
Halîl Dag ê li çiyayên Kurdistanê derhênerî kir, beriya 12 salan di dema şerekî de jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Dag, me ji nivîsên wî qala rêwîtiya wî ya sînemayê kir. -
‘Qaqibokirina li dijî Modernîteya Kapîtalîst’ wê belaş were weşandin
Weşanên Înîsîyatîfa Navneteweyî pirtûka ‘Qaqibokirina li dijî Modernîteya Kapîtalîst: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk – Avakirina Berxwedan, Serhildan a Ya nû’ wê di Nîsanê de were weşandin. Wê PDF’yên pirtûkan li ser înternetê belaş were weşandin. -
Hilmek nû ji bo şanoya Kurd: Teatra Sarya Baran
Şanoya Sarya Baran ku koma destpêkê ya şano ya jin e ku di nava Kevana Zêrîn de ava bûye, hewl dide bibe nefesek nû ji bo şanoya Kurd. Lîstikvan û derhênera komê Sarya Golan diyar kir ku ew dixwazin lîstikvan û derhênerên jin biafirînin. -
'Şoreşa PKK'ê şoreşeke çandî ye'
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kir û got, şoreşa PKK'ê her wiha şoreşeke çandî ye. -
Saziyên şanoyê 27'ê Adarê pîroz kirin
Saziyên Şanoyê bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê peyamek hevpar weşandin û bi hêviya rojên azad 27'ê Adarê pîroz kirin. -
27’ê Adarê Hêvî û Yekta
Hêvî û Yekta.. Du çalakgerên azadiyê, wijdanên civakê, endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan, du gerîla, du hunermend, yên ku li çiyê radihêjin tevr û bêrê û her derê dikin dik, yên ku li wir lîstikên xwe dilîzin.