Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anî

Komîteya Kevana Zêrîn di şexsê Şehîd Hozan Mizgîn de ya ku li Xerzanê şehîd bûbû got ku “Rêheval Mizgîn huner şoreşgerî kir, jiyan xweşik kir û wateya azadiyê mezin kiriye.”

Komîteya Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê Hozan Mizgîn bi bîr anî ya ku li Xerzanê şehîd bûbû.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di roja me ya îro de şaristaniya navendî û pergalên dewletparêz şerê xwe yê esas di qada çandî de bi rê ve dibin. Jixwe naveroka şerê di navbera pergalan de jî, şerê çandî ye. Ji ber wê hewl tê dayîn ku qada çandê veguherînin qadeke endustriyê. Li hemberî çandên berxwedanê ya gelan her cûre êrîşan pêk tînin. Hebûna çandê tê wateya hebûna wî gelî. Ji ber wê jî niha hemû êrîş li hemberî mîrateya çandî tê birêvebirin. Têkoşîna jinê ya ku bi ked û hewldanên Rêber Apo pêk hatiye di her aliyê de li dijî sermayedariyê têdikoşe. Têkoşîna me ya jin bi qasî ku li ser bingehê parastinê didome, ew qasî jî bi rêya çandî û hunerî didome. Berxwedaniya çandî li ser girîngtirîn berxwedaniyên ku hebûna gelan vediguhezînin pêşerojê tê.

Her endamek ya Tevgera me ya jinan ji destpêkê heta niha bi wê zanebûnê nêzîk dibe û li ser rêya Rêber Apo dimeşe. Dema ku em wek jin bi hunera şoreşgerî, estetîk û çandî dibin yek, dibînin ku potansiyelên mezin derdikevin holê. Di têkoşîna me de, di wateya hunerî û çandî de her kêlî û berxwedaneke ku tê raberkirin, nû bûn û dewlemendiyan derdixîne holê. Mîrateya me ya têkoşînê, mîrateya berxwedanê ye. Ti tiştek bi qasî hem pêşxistin vekirinên hunerî hem jî têkoşînkirin li ser çiyayan û nivîsandina dîrokê watedar nabe. Bi hezaran hevalên me ku wate li hunerê zêdekirine bêyî ku çavê xwe bigirin û dudilî jiyan bikin li serê çiyayan meşên hunerî pêk anîne û pêk tînin. Dema qala Mizgîn û Delîla tê kirin, huner û berxwedaniya bi heybet ya çiyayan tê hişê mirov. Di wateyekê de şoreşgerî, huner e. Hevala Mizgîn ‘huner şoreşgerî kir, jiyan xweşik kir û wateya azadiyê mezin kiriye. Bi qasî ku bi hunera xwe bi çeka xwe ve jî desthilat dane sekinandin. Bi berxwedaniya hunerî ya raberkirî ve Me’yên ji destê Enkî derxistiye û ji tevgera jin re pêşkêş kiriye. Em ku şopdarên wê ne di wê rêya ku ronî bûye de dimeşin û em meşa xwe didomînin.’

Hozan Mizgîn 11’ê Gulanê li çiyayên Xerzanê bi berxwedaniya ku bi sekna xwe ya hunerî raberkirî tevlî kerwanê nemiran dibe. Li Xerzanê bi sekna xwe ya asî, kesayeta xwe ya hunerî û fermandartiya ku raberkirî ve vekirinên nayê xeyalên mirov pêkaniye û navê xwe li dîrokê nivîsandiye. Hozan Mizgîn hem bi sekna xwe ya jin hem jî bi helwestên hunerî, hem jî bi xuluqkartiyê ya di fermandartiya xwe de di dilê gelan de textê xwe bi cih kiriye û kariye bibe pêşenga Tevgera Jinê. Mîrateya berxwedanê ya di sala 1980’an de bi Hozan Mizgîn û Hozan Sefqan ve dest pê kir û bi Yekta, Viyan, Peyman, Jînda Hewlêr, Hogir, Berçem, Sarya, Baran, Xelîl Dag, Delîla, Arjîn, Zinarîn, Fedakar û herî dawî jî Hêlîn, Îbrahîm û Mustefa ve bi hêz bû, îro li çiyayên azad ji aliyê şopdarên wan ve didome. Kevana Zêrîn di encama wê berxwedanê de çêbû û meşîna di wê rê de ji xwe re bingeh girt. Em Kevana Zêrîn em xwedî wê berpirsiyartiyê ne ku wê mîrateya berxwedanê di wateya çandî û hunerî de mezin, civakî, rêxistinî bikin û daxînin kesayeta xwe. Em ê bi wê berpirsiyartiyê ve xebatên xwe bi rê ve bibin û di rêya ku hevalên me yê şehîd devrî me kirine bigihîjin zaferê.

Rêbertî dibêje: “Hunermendê mezin, ew kes e ku di Netewên Kole de bikare agirê azadiyê dade û ger pêwîst bike di nava agir de xwe bişewitîne.” Hozan Mizgîn a şoreşger ev agir li serê çiyayan dada û di nava wê agirê de şewitî û navê xwe veguhestande pêşerojê. Em şopdarên wê, em ê wî agirê geş bikin û mîna çivîka Anka di nava wê agirî de ji xweliya xwe xebatên xwe yên şoreşgerî yên di qadên çandî û hunerî de ji nû ve ava bikin û bi zaferê tacîdar bikin.

Em 11’ê Gulanê di serî de di şexsê hunermenda mezin, şoreşger û fermande Şehîd Hozan Mizgîn de hemû şehîdên çand û hunerê bi bîr tînin û wek şopdar û hevalên hunermendên mezin ên şoreşger em soza girêdana xwe û mezinkirina meşa şoreşgeriyê dubare dikin.”