TJA: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Tevgera Jinên Azad derbarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Pirsgirêka ziman di heman demê de pirsgirêka jinê ye. Ji ber ku yên herî zêde têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in. Jiyana civakî ya kevnar bi vegotinê ên ku heta niha anîne jin in. Herî zede jî em dikarin jinên Kurd mînak bidin. Li gel hemû curêyen êrîşên qirkirina çandê jî heya dawiyê di ziman û çanda xwe de israr dikin, jinên Kurd in. Ji bo we jî dema serdest dixwazin civakê bi rêya asîmîlasyonê tine bike destpêkê jinan hedef digirin.

Serdestên Tirkiyeye jî her dem bi rêya kampanyayan xwestiye jinên Kurd bê ziman bike. Ji bo ku jin nasnameye û avakirina civakê ye ev êrîşen dijwar li ser jina Kurd tê domandin. Em Leyla Qasim, Şirîn Elhemhulî û hemû berxwederên nasname û hebûna jinên Kurdan bi bîr tinin. Em şopdarên berxwedan û sekna wan in. Îro jî ,em careke din vê rastiyê eşkere dikin.

Di vê roja pîroz de em di şexsê hemû têkoşer, kedkar, şopdar û hezkiriyên zimanê Kurdî yên ku gelê Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina zimanê Kurdî dikin.”