Nûnerê muzîka Amazîghan rehmet kir

Hunermend Idîr ê ku li her dera dinyayê wekî parêzvanê çand û zimanê gelê Amazîgh dihate naskirin, rehmet kir.

Malbata wî li ser rûpelê fermî yê facebookê ragihand ku hunermend di 2’ê Gulanê de saet 21.30’an de rehmet kiriye.

Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbûn diyar kir ku ew gelekî xemgîn bûye û got ku “Bîrdariyeke din jî ji nav Cezayîrê koç kir.”

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî got ku “Wî kok û rehên xwe yên qebîleyê bi hêviyên humanîstan û biratiya gelan kiribû yek.”

UNESCO’yê jî diyar kir ku ew nûnerekî xurt ê çanda Kabilîye û Berberiyan bû.

İdîr ê ku navê wî yê rastîn Hamîd Cherît e li Aît Lahcena herêma herî mezin a Kabîlîyeyê ye Cezayîrê ji dayik bû. Strana wî ya bi navê ‘A Vava Înoûva’ ya bi zimanê Amazîghan li temamî dinyayê belav bû.

Wî herî dawîn tevkarî li strana ‘La petîte kurde’ ya Pîerre Perret jî kiribû.

GELÊ HERÎ KEVN Ê EFRÎKAYA BAKUR

Kabîlîyeyî xwe wekî Amazîgh didin naskirin û wateya wê jî ‘mirovên azad e’. Amazîgh ji Fasê heta Misir û Efrîkaya Bakur gelê herî kevn ê wê herêmê ye. Amazîgh di nav 9 welatan de hatine parçekirin û hewl didin xweseriya xwe biparêzin. Pergalên li derveyî wan ji wan re dibêjin Berberî lê ew li Cezayîrê ji xwe re dibêjin Kabîl an jî Kabîlîyeyî û ev tê wateya qebîleya bi Erebî. Li Efrîkaya Bakur beriya mêtingeriyê qebîletî li dijî hemû êrîşan bûbû xwerêxistinkirineke civakî.