'Şoreşa PKK'ê şoreşeke çandî ye'

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kir û got, şoreşa PKK'ê her wiha şoreşeke çandî ye.

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê di daxuyaniyê de wiha got:
''Bi geşbûna civakîbûnê re mirovan tim xwestiye ku xwe bidin xuyakirin û vebêjin. Xwevegotin ji gelek aliyan ve xwe nîşan dabe jî, serboriya maneyê ya ji mirovahiyê, berhemên hunerî yên prîmîtîf herî pir li jîgehên ku pir mirov lê dijîn bi resmên ku li ser şikeftan hatine xêzkirin, mîmarî û bi dansên rîtûelî, xwevegotin weke parçeyek ji lêgerîna maneyê ji xebatên hunerî çêbûye.

Lîstikên pêşî yên teatrel, ên dînî jî li dora êgir û li xwepêşandanên li dora perestgehan, li dora jiyana bi hev re ya mirovan ango li dora lêgerîna civakîbûn, pîrozbûna civakîbûnê û maneyê hewl hatiye danîn ku derxînin holê. Civakê piştre serboriyên xwe, bi şanoyan vegotine û rengekî bêhempa yên xwe vegotinê geş kirine. Çawa ku mirov nikaribe mirovahiyê bê muzîk, resim û bê peyker bifikire, mirov nikare bê şano jî bifikire ku şan civakîbûna mirov bi rengekî herî bîrewer danîne holê. Ji ber sedema organîzmaya ku jê re civak tê gotin bi xisletekî metafîzîkî ye, bêyî huner mirov lê bifikire.

Roja Şanoyê ya Cîhanê ya ku em îro pîroz dikin her çendî bi paşxaneyeke dîrokî ya dêrî ya bi 2500 salî jî be, roja şanoyê ya cîhanê 1948'an ji hêla Internatîonal Thetre Instîtûte (Enstîtûya Şanoyê ya Navnetewî) ve, ku girêdayî 'UNESCO' ya Saziya Perwerdehî, Zanîn û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatî avakirin, 1961'ê bi biryareke ku standî 27'ê Adarê weke 'Roja Şanoyê ya Cîhanî' hatiye qebûlkirin.
Hevrê Yekta Herekok jî di kesayetiya xwe de trajediya gelê xwe dît, bi ruhê hunermendiyê bû aktorê sereke yê jiyanê û li dijî tasfiyekariya li doza azadiyê dihate ferzkirin, her wiha ji bo wijdanê mirovahiyê yê kor û bêdeng li hemberî komploya navneteweyî rake ser piyan, di 27'ê Adara 2004'an de li bajarê Helebê yê dîrokî bedena xwe da ber agir ku ji mirovahiyê re bibe ronahî.

Rastiyeke ku bi giştî tê qebûlkirin, huner lêgerîna xwewatedarkirina civakê, hunermend jî ûcdanê civakê ye. Her hunermend bi wesfê nûnerê civaka xwe ye. Li Yewnana Antîk trageddye û trajîk, li Ingiltereyê Shakespear, li Rûsya Çehov, li Italyayê Goldonî, li Elmanyayê Brecht bi repertuarên xwe de nûneriya civakan kirine.

Rêber Apo, bi tespîta, ''hunermendê gel şervanê gel e, şervanê gel hunermendê gel e'' şervanî û hunermendiya mezin di şexsê xwe de daniye holê û datîne. Li dijî qirkirina çandî bi berhemên nivîsî ku parastina herî mezin nivîsî, nivîsîna dîrokê ji nû ve daniye holê, bi vê bîra civakî çêkiriye, ji xala berxwedêr a civakê giringiya xebatên çandî û hunerî destnîşan kiriye û bi vê her wiha daniye holê ku şoreşa PKK'ê her wiha şoreşa çandî ye.

Bi vê bîr û baweriyê di serî de, di şexsê hevrê Ş.Yekta, hevrê Sarya, Baran, Hêvî, Dagistan, Fedekar Zerdeşt de, roja hemû hunermendên şanoyê, yên ku bi nasnameya hunermendiya şervan a Rêber Apo, bûne ûcdanê civakê û ji bo civakeke wehev, dadmend, azad û ronak têkoşiyane, pîroz dikin,  bi çarçoweya ku nerîneke rexneyî dide civakê, mirovan teşfîq dike ku ji kûr ve bifkirin, mirovan li bara hev dike berpirs, dibe sedema geşbûna civakî, berê mirovan dide fikra azad û li derveyî erka dewletê li derdora gewerê xwe bi îdîa, înad, bawerî û têkoşîna ku şanoyên azad bi rola ku civaka azad ava bikin.''