Pirtûka 'Azadî' hesretê û hêviya bi azadiyê bilêv dike 

Rojnamevan û nivîskar Yekta Şoreş têkildarî pirtûka xwe ya helbestan a bi navê 'Azadî' axivî û got, "Di pirtûkê de êşên gelê me, hesret û hêviyên wan hene."

Pirtûka Helbestan a bi navê 'Azadî' ya rojnamevan û nivîskar Yekta Şoreş di meha Adarê de ji aliyê Weşanxaneya J&J ve hate çapkirin. Rojnamevan Yekta Şoreş têkildarî pirtûka xwe ji ANF’ê re axivî. 

Yekta Şoreş diyar kir, bingeha helbestên di pirtûkê de hêviya azadiyê ye û got, "Min hewl da bi hest û çavên ferdekî ji vî gelê ku welatê wî bûye çar parçe, lê tevî her tiştî li ber xwe dide û têdikoşe bê jiyan bi çi rengî dikare xwe di helbestê de bihûne bînim zimên."

QÎRÎNA CIVAKÊ

Şoreş anî ziman ku ev yekemîn pirtûka wî ya helbestan e û axaftina xwe wiha domand: "Di pirtûkê de 33 helbest hene. Di qonax û dîrokên cuda de, her wiha li herêm û bajarên curbicur ên Kurdistanê min ev helbest nivîsandin. Di pirtûkê de êşên gelê me, hesret û hêviyên wan ku min xwest bînim ziman, bêguman weke zarokekî vê xakê ev êş, hesret û hêvî min bi xwe jî jiya û dijîm. Weke daneheveke van hemûyan min ev helbest nivîsandin. Dîsa kesên ku ji bo azadiya gelê xwe berê xwe didin warên berxwedanê bê li pey xwe hestên çawa û di heman demê de ku kêliyên tijî hêvî dihêlin jî xwe di helbestan de nîşan dide. Qîrîn, bang û dilsoziya ferd a bi civak û xaka xwe ve di hinek kêliyên herî manedar ên dîrokê de min hewl da bi peyvên helbestê bînin ziman."

'HELBEST YEK JI PÊNGAVÊN XWEDÎDERKETINA LI ZIMAN E'

Şoreş destnîşan kir ku hewce ye mirov ji bo nivîsandina helbestê bi wijdanê xwe, bi berpirsiyartiya xwe ya li hember xak û civaka xwe bifikire û got, "Helbest yek ji pêngavên xwedîderketina li ziman û çanda xwe ye. Cewhera xwegihandina rastiya civaka xwe ye. Mirov dema êşên xwe, xemgînî û sedemên serpêhatiya xak û gelê xwe bi ziman û hestên xwe yên ji dayikê wergirtine tehlîl dike, bêguman heqîqet derdikeve holê."

'HELBEST ÇALAKIYA HERÎ BI BANDOR E'

Şoreş da xuyakirin ku helbest yek ji çalakiyên bi bandor ên li hember pergalê ye jî û wiha axivî: "Hêza helbestê, hesta wê ya armanc dike xwe bigihîne çi pir girîng e. Hewce ye mirov ji hêza helbestê yeqîn bike. Helbest sekn û helwesteke xurt e ya li hember her cure zilm û zorê. Weke civaka Kurd pêşxistina helbestên bi Kurdî yên ji ked û pîroziya berxwedanê hatibin dawerivandin pir pir girîng e."

Şoreş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser axaftin û nivîsandina bi Kurdî û got, "Li hember pergala bi her cureyî dixwaze me asîmîle bike û çanda me ji holê rake, divê em xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin, li her cihî pê biaxivin û binivîsin. Pêwîst e mirov bi zimanê xwe, bi berhemên ku ji zimanê xwe ava dike, tevkariyekê li berxwedan û têkoşîna rewa ya gelê xwe bike."