27’ê Adarê Hêvî û Yekta

Hêvî û Yekta.. Du çalakgerên azadiyê, wijdanên civakê, endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan, du gerîla, du hunermend, yên ku li çiyê radihêjin tevr û bêrê û her derê dikin dik, yên ku li wir lîstikên xwe dilîzin.

Du Kurdên çiyayî, yek Hêvî yê din jî Yekta…

Du mirovên çiyayî yên ku yek bi qasî Botanê yê din jî bi qasî Dêrsimê bilind, du rêheval, du hevrêyên hunermend, du mirovên şoreşger.. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, roja ku Yekta agir bera bedena xwe da ye.

27’ê Adarê dibe dema ku Newroza hunerê ava dibe û agirê hunera azad a gelan vêdikeve. Di sala 2004’an de tiştên ku pêk tên, wateya 27’ê Adarê mezin dike, wateyên nû û azad tevlî wê dike.

Hêvî û Yekta.. Du çalakgerên azadiyê, wijdanên civakê, endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan, du gerîla, du hunermend, yên ku li çiyê radihêjin tevr û bêrê û her derê dikin dik, yên ku li wir lîstikên xwe dilîzin. Ji bo ku dibistan û akademiyên çand û hunerê li her dera Kurdistanê belav bibin, ketin ser rêyan, coşa teşekirina civakê ya bi hunerê di dilê xwe de digerînin. Bi çakûçê di destê xwe de rastiya me ya hunerê bi agirê Newrozê dikutin, ew şervanên hunerê yên rastîn in.

Sala 2004’an… Serdemeke girîng a Tevgera Azadiyê ya Kurdan…

Hêvî û Yekta… Di Adar û Tebaxa sala 2004’an de ji bo ku komplogerên navneteweyî têk bibin, bedena xwe kirin sîper û banga berxwedanê li hunermendan kirin, li hemberî tasfiyekaran hêrs bûn, xwediyên rastîn ên rêwîtî û lêgerîna azadiyê, kedkarên mezin ên şanoya Kurdan û xeta me ya hunerê…

Ew li Mexmûr û Rojava bûbûn hunermendên azad ên gelekî ku dixwaze bibe pêşengê çanda mirovayetiya nû.

Heval Yekta dibêje, “Ev serdemeke gelekî dijwar û lê ewqasî jî bi heybet û bilind e. Di vê pêvajoyê de diyar e ku bi fedakarî û xebateke mezin peywir û xizmet li ber me ne û divê em bi eşqeke mezin karê li ser milê xwe pêk bînin. Vê çalakiya xweşewitandinê ya ku ez ê bikim ji bo hevalan vexwendineke ji bo cîddîyetêye, lêborîna ji gelê me û him jî ji bo silavkirina şehîdê Efrîn û Qamişlo û ji bo berxwedana li Îmraliyê ya Rêbertiya me ye.”

Hêvî û Yekta..

Jiyana şoreşger a her du hevalan ji bo me bangek e…

Di cîhana me ya hunerê de çi were kirin divê wekî wan bi cîddîyet were kirin, heke em wekî wan sade, mutewazî û dilsoz bin, em dikarin bandorê li gelek kesan bikin. Heke hewce bike divê wekî Yekta mirov rastiya jiyanê ji zarokan hîn bibe, bi pêş bikeve û jiyana xwe bide ber perwedehiyê, xwe rêxistin bike û divê em bibin çalakger. Divê em wekî Yekta xwedî berpirsyar bin û fikra xwe ya hunera azad wekî wan bikin hêzeke polîtîk.

Em hunermendên şanoyê yên rastîn divê em bi rêya dikê coşa avakirina jiyanê û afirandin azad bijîn. Heke em wekî wan dixwazin bibin nûnerên bedewî û heqîqetê, bi rêya hunerê divê em tevlî avakirina cîhaneke azad û çandî bibin. Em ji bo cîhaneke bedew û azad bangî me dikin. Tişta dikeve ser milê me jî ev e ku di 27’ê Adarê de em wan bi bîr bînin û têkevin nav lîstik û jiyana rastîn. Têketina nav wê çalakiyê, tê wateya çalakgeriya wê jiyanê.

Li hemberî kesên ku dixwazin zemanê tasfiye bikin, mirov karibe zeman watedar û azad bike û bibe parçeyekî netewe û dîroka gerdûnî, divê mirov wekî Hêvî Şanoger û Yekta Herekol têbikoşe. Ji bo ku em xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin divê em wekî wan afirîner, hilberîner û serkeftî bin.

Ronakbîr û hunermendên rastîn ji bo ku em bibin xwediyê feraseke rast, divê em wekî van rêhevalan bi azwerî bi gel re bibin yek. Em ji Hêvî û Yekta hînî vê heqîqetê bûn. Em hunermendên Kurd ji gel hez bikin û bi azwerî xwe bi gel girêbidin em dikarin bibin hevalên Hêvî û Yekta. Ji bo vê jî em ê dirust û cîddî bijîn. Ji bo ku ev qasî ked veguhere çandeke mayînde û şêwazeke jiyanê, em ê hunera layîqî vî gelî pêk bînin. Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan û yekbûna demokratîk a Rojhilata Navîn em ê jiyanê ji nû ve bi azadî hilberînin.

Li hemberî jiyanê û di hunera xwe de em ê her dem cîddî bin.”