Tûran: Hunermend xwedî berpirsyariyeke global e

Hevserokê TEV-ÇAND'ê Bulent Tûran got, li dijî krîza gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst pêwîste hunermend di rêxistiniya têkoşîna global de bi berpirsyarî rabin.

Hevserokê TEV-ÇAND'ê Bulent Tûran destnîşan kir ku divê hunermend di nava têkoşîna azadiyê de bin.

Hevserokê Tevgera Çanda Kurd (TEV-ÇAND) Bulent Tûran ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li dijî modernîteya kapîtalîst a ku krîz û nexweşî afirandiye, di avakirina modernîteya demokratîk de roleke pêşengiyê dikeve ser milê hunermendan.

Tûran got, "Ji ber lêgerîna li azadiyê û sîstemeke demokratîk, zexteke giran li hunermendan tê kirin. Bêguman hunermend siyasetmedar nîne, lê belê ne li derveyî rewşa polîtîk in."

Hunermend Bulent Tûran anî ziman, sîstema civakeke demokratîk û azad armanca hunermendan e û got, "Lê belê hunermend siyasetmedar nînin. Wê mîna siyasetmedarekî nêzî bûyeran nebin. Tevî vê yekê jî wê xemsarî nêzî polîtîkayê nebin. Ji ber ku zane ku polîtîka bandoreke yekser li azadî û jiyana hunerê dike."

Tûran diyar kir, ku jiyaneke polîtîk a azad pêşî li hunermendan vedike û got, "Li nava rejîmên totalîter, zordar û faşîst, huner tê ziwakirin. Li welatên ku hunermend bi rengekî çalak tevlî polîtîkayên nabin, zehmet e ku mirov qala demokrasî û azadiyê bikin."

Tûran destnîşan kir ku hunermend li dijî faşîzm û dijminê azadiyê ne, lewma divê cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigirin.

Tûran diyar kir ku zextên li ser hunermendan û hunerê ji pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê ne cuda ne û got, "Li dijî modernîteya kapîtalîst a ku krîz û nexweşiyên global ava dike, divê hunermend têkoşîna global bi rê xistin bikin, yanî rêxistiniya têkoşîna global a modernîteya demokratîk biafirînin. Ev rewşa heyî ji bo mûxalîfan û hnermendan firsendeke mezin e. Di vê mijarê de berpirsyariyeke xwe ya mezin hene."