Hunermendên Kurd bal kişandin ser girîngiya yekîtiyê

Hunermendên Kurd tevlî bernameya zindî ya Stêrk TV'yê bûn û bi bîr xistin ku yekîtiya netewî ji bo Kurdan pir girîng e. Hunermendan ji bo çareseriya Wertê banga diyalogê li hêzên Kurd kirin.

Di bernameya 'Nirxandin' a Stêrk TV de hunermendên Kurd Mizgin Tahir, Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Diyar Dersim, Hesen Şerîf, Amal Saîd û Necmettîn Xulamî tevlî bernameya Nirxandin a Stêrk TV ya Gulîstan Çiya Îke bûn û derbarê ambargoya li ser Kamap Mexmûrê, rageşiya Wertê axivîn, ku piştî PDK'ê hêzên leşkerî şandibûn herêmê dest pê kiribû.

Xelîl Xemgîn got ji ber ku yekîtiya Kurdan nîne mêtinger êrîşê bi ser Kurdan de tînin, ji bo vê mijara yekîtiyê hunermendên Kurd beriya bi 6 mehan hatine cem hev, platformek ava kirine û ji hêzên Kurd xwestine ku problemên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Xemgîn bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li Zînî Wertê, got talokeya li herêmê ne tenê Başûr hemû Kurdistanê têkildar dike. Xemgîn got divê xeteke sor a Kurdan hebe. Mizgîn Tahir jî got dijminên Kurd ji destkeftiyên Kurdan aciz in û behsa geşedanên piştî şoreşa Rojava kir.

Hunermend Necmettîn Xulamî jî got kêmasiya herî mezin a Kurdan nebûna yekîtiy netewî ye, dewletên herêmê ji bo ku vê rewşê ji bo xwe bixebitînin her dem li hêviya fersendê ne. Xulamî li ser şehîdbûna 3 sivîlên li Mexmûrê got,''Heta niha ti rayedarê başûr ev komkujî şermezar nekiriye. Hetiketî ye ku gelê Mexmûrê nikare biçe Hewlêrê tedawî bibe, ev astengkirin nayê fêhhmê.''

'XEYALA HERÎ MEZIN A KURDAN YEKÎTÎ YE'

Hunermend Hesen Şerîf got mezintirîn xeyala Kurdan avakirina yekîtiya netewî ye, hemû meseleyên navxwe yên Kurdan dikarin bi diyalogê çareser bibin û bang li hêzên Kurd kir ku diyalogê deynin.

Amal Saîd jî got êşa Kurdan hevpar e û got,''Li kûdera Kurdistanê dibe bila bibe, êşa ku tê jiyîn gelê me yê li beşekî dî xemgîn dike, wekî êşa me yek e, çima yekîtiya me nebe?''.

Saîd got rageşiya li Zînî Wertê her kesê ku li Başûrê Kurdistanê dijî xemgîn dike got ji bo yekîtiya netewî û çareesrkirina pirsên navxweyî peywireke girîng li ser hunermendên Kurd heye.

Diyar Dersim jî got pir girîng e ku xeteke sor a partî û rêxistinên Kurd hebe. Dersim got, ''Kî dibe bila bibe, şermeke mezin e ku hêzeke Kurd ji hêla dewleteke dijmin ve were bikaranîn. Heke wiha be naxwe divê em rûnin têgeha dijmin zelal bikin. Li Kurdistanê zarokek jî dikare dijminên Kurdan bihijmêre û dikare nîşan bide ku ti ferqa Sedam Hisên û Erdogan ji hev nîne.''