PKK'ê dengê berxwedanê Hozan Mizgîn bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, di salvegera 28'emîn a şehadeta wê de Hozan Mizgîn bi bîr anî ku ew weke "notaya heyştemîn" a muzîka Kurdî û "dengê berxwedanê" pênase dike.

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Hozan Mîzgîn hest û ruhê xwe yê berxwedêr ve bûye Notaya heştemîn ya mûzîka Kurdî. Di salvegera şahadeta wê ya 28’mîn de em bi rêzdarî bîrtînin."

Di peyamê de hate gotin, "Partiya me û gelê me meha Gulanê ku weke meha şehîdan dipejirînin, di vê meha Gulanê de şehîdên şoreşê yên ku bûne garantiya paşeroja azad a gelê Kurd em bîr tînin. Taybet vê mehê di şexsê Hozan Mizgîn de roja 11 yê Gulanê hemû şehîdên çand û hunerê yên di ronahîkirina Kurdistanê de şehît ketine weke şehîdên TEV-ÇAND ê bibîrtînin û dilsoziya xwe dubare dikin."

Peyamê wiha dewam kir:

"Di serî de şehîdên me yên çand û hunerê û tevahî şehîdên me hîn ji destpêkê de, li dijî hêzên dagirker, yên bi êrîşên xwe dixwastin gelê Kurd kole bikin li hember van erîşan ji fikra azadiyê û azweriya tekoşînê bernedan û ji bo ku di hişê gelê Kurd de ji nû ve bibijkive pêşenktiya hunera şoreşgerî kirin.

Hozan Mizgîn hunerê bi heqîqetê re, şerê xwe bi hunera xwe ve bi wate kir. Ev hişt ku hîn dema sax bû di karê xwe de serkeftî be. Ji vî alî de Ş.Mizgîn kesayeteke partî ya kamil bû. Muzîka wê muzîka şoreşê bû. Gotinên wê, jiyana civaka Kurdan û helbestbûna wê bilêv dikir. Rîtma mûzîka wê çoşa şoreşgerî, çalakiya wê jî temsîla jina Kurd ya azad û fedaî ye.

Hevrê Mizgîn tenê ne hunermend bû, di kesayeta xwe de ji şervantî heta siyasetê, ji xebatên xweser ên azadiya jinê heta asta herî jor berpirsyarî girtin û fermandariya xwe ve di hemû qadên tekoşînê de di eniya herî pêşde cih girt. Pênaseya Rêber APO ya 'hunermendê gel şervanê gel e, şervanê gel hunermendê gel e' kiribû felsefeya bingehîn ya jiyan û tekoşîna xwe, bi vî awayî bû xwedî meşeke serkeftî. Ji destpêka tekoşîna me heta roja îro bû pêşenga tevgera me ya çand û hunerê.

Hozan Mizgîn di şexsê xwe de hem temsîliya mûzîka Kurd hem jî xeta mîlîtaniya jina azad kir. Hevrê Mizgîn bi hunera xwe û têkoşîna xwe ve karî xwe veguherînê heqîqetê. Sadebûna jiyana xwe bi azweriya azadiyê ve kir yek û bû dengê şoreşê. Zarokên Kurd ên ku bi dengê wê mezinbûne, bi coşa dengê wê li çar parçeyê Kurdistanê, di çiya, deşta, bajar û zindanan de li dijî dagirkeran berxwedan û hêjî ber xwe didin. Bi sed hezaran keçên Kurd di têkoşîna azadiyê de bûn Mizgîn û bûn tilîliya şoreşa jina azad. Bi dengê Hozan Mizgîn li hember baweriya şoreşê tirsa faşîzma dihat ziman, di serî de Şoreşa Rojava, ji bo giştî gelê Kurd û tevahî mirovahiyê bûn Mizgînî.

Ew tenê ne lehenga Kurdistanê ye, lehenga ku bûye dengê tevahî jinan. Ew lehenga hunerê û şoreşgereke çandê ye. Di şexsê Şehît Hozan Mizgîn de tevahî şehîdên şoreşê bîr tînin soza ku em ê bîranînên wana di Kurdistana azad de bidin jiyîn dubare dikin.

Bi vê wesîlê li dijî gelê Kurd qirkirina fîzîkî û çandî ya tê pêşxistin xebata herî girîng a ku li pêşiya vê bigre di xebatên Yekîtiya Neteweyî de yên herî zêde bikarin rola xwe bileyîzîn tevahî Hunermend û Ronakbîrên Kurd yên hêja ne. Hemû hunermend û ronakbîran bi şiara 'hunermendê gel şervanên gel in' li dijî faşîzma AKP ya li hember kurdan qirkirina fîzîkî û çandî pêş dixînin, em bang dikin din ava xebatên yekîtiya netewî de bi awayeke çalak cih bigrin. Xebatên yekîtiya neteweyî di heman demê de xebateke pêşeroja azad ya gelê Kurd digre bin ewlehiyê jî, ji bo vê jî em bang dikin di serî de hunermend û ronakbîrên Kurd divê herkes li dijî faşîzma AKP’ê bi zanebûna azadiya Rêber APO azadiya Kurdistanê ye dijî faşîzmê dengê azadiyê bilind bike.

Li ser vê bingehê yên bi vê armancê têdikoşin em bi rêzdarî silav dikin. Careke din li hember bîranîna tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin û soza serkeftinê didin."