Fêrgeha Kurdî dest bi dayîna dersên Kurdî dike

Di vê serdemê de ya ku mirov ji ber koronavîrusê ji mala xwe dernakevin, li ser înternetê ji bo hînkirina Kurdî, Fêrgeha Kurdî hatibû amadekirin. Wê vîdeoya pêşîn a Fêrgeha Kurdî îro (13’ê Nîsanê) were weşandin.

Ji ber şewba Covîd-19’ê li beşeke zêde ya dinyayê mirovan xwe vekişandine malên xwe. Ciwanên ku xwestine di vê serdemê de tiştekî baş bikin, bi navê Fêrgeha Kurdî xebatek dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo kesên ku qet bi Kurdî nizanin û dixwazin Kurdiya xwe geş bikin wê vîdeoyên perwerdehiyê werin belavkirin.

Bi saeta Amedê saet di 19’an de wê her Duşem, Çarşem û Înê vîdeoyên perwerdehiyê were weşandin.

Hate diyarkirin ku di demên pêş de wê li ser yoûtûbe û platformên medyaya civakî jî weşan were kirin.