Koma Amed, Kulîlka Azadiyê û Evdilmelîk Şêxbekir

Ya ku di vê nivîsê de bê vegotin wê çîroka dengekî ax, dîrok, bawerî, êş, berdêl û utopya ye. 'Melek' ê malbat û hevalên wî, Doktor Cûma, Şengal ê hevrêyên xwe, damezrîner û solîstê Koma Amed Evdilmelîk Şêxbekir...

"....Tu kulîlka azadî yî

Strana welatê me yî

Hespê şeh î dibezî

Çiyan û zinaran, bira

Tu kulîlka azadî yî

Strana welatê me yî..."

Helbestvanê Îrlandayî dibêje, "Şoreşger ew mirov e ku çarenûsa xwe bi xwe dinivîsîne". Dema ku ev şoreşger hunermendek be hingî çarenûsa xwe dinivîsîne, dibêje, dijî, pirrengî dike, parve dike û dike wasiyet. Tu dide dû, wî dibîne û dibe Ew.

Ji ber ku awazeke bi xwe ya xakê heye ku giyanê dide mirovan; tu lê ji dayik bûye, lê mezin bûye, lê meşiya ye, bêhna wê kişandiye nava xwe.

LI PEY MELEKEKÎ

Ya ku di vê nivîsê de bê vegotin wê çîroka dengekî ax, dîrok, bawerî, êş, berdêl û utopya ye. 'Melek' ê malbat û hevalên wî, Doktor Cûma, Şengal ê hevrêyên xwe, damezrîner û solîstê Koma Amed Evdilmelîk Şêxbekir...

Dema ku mirov yekemcar li strana 'Kulîlka Azadiyê' ya Koma Amed guhdarî dike, hingî awazeke bi biryar, têgihiştî, bi coş û xemgîn dikeve guhê mirovan, Melekek dibe mêvanê dilê mirovan.

Min dengê efsûnî yê Melek mîna ku hewaya mîstîk a daristanekî bikişîne nava xwe, guhdarî kir. Nizanim ku min çend caran li wê awazê guhdarî kiriye. Piştre ji bo ya li pişt maye bibînim, fêhm bikim û bidim hev, min da ser şopa wî.

Di bihareke bi tav a Gulanê de piştî 28 salên xatirxwestina wî min malbata wî dît. Daxwaza min ew bû ku li ser şopa Wî bi kesên ku wî nas dikin re biaxivim, li wan guhdarî bikim.

Piştî ku min bihîst xwişka wî ya mezin ku mîna wî doktor e li Qamişloyê ye, yekser bi rê ketim û çûm klînîkê. Piştî 10-15 deqeyên rawestînê, ez xist hundir. Ew li benda nexweşekî bû, lê haya wê jê tune bû ku bi hesreta pirs û danheviyên xwe ez ê birîna wê ji nû ve vekim. Bi gotineke fediyokî min jê re got, "Hûn xwişka mezin a Melek in. Ez hatime vê derê ji bo hûn hinekî qala wî bikin." Dema ku navê Melek bihîst rondik ji çavên wê bariya. Wê kêliyê ez pê hesiyam ku salên di nav de derbas dibin hin birînan napêçe, hin êşan nanixumîne, hesreta di dil de qet naqede. Lewma ne Samer karîbû biaxive, ne jî ez. Piştre ji bo hevdîtineke din me soz dan hev û em ji cem hev çûn.

'BI HÊVIYA HATINA WÎ...'

"Di xewna xwe ya din de min dît ku hat mala me ya li Amûdê, lê kes nedît. Min digot belkî rojekê xewnên min pêk werin lewma min mal vala nedihişt. Li wê mala ku ew jî lê ji dayik bû, lê mezin bû û herî dawî ji wir çû, me xizmên xwe bi cih kir. Hîn jî hêviya ku wê rojekê vegere di dilê min de heye..."

Hevdîtina me ya duyemîn a bi xwişka wî Samer re wiha dest pê dike... Xuya ye ji dema ku ji Melek qut bûye û vir ve dema bi hev re bûn gelekî nirxandiye. Pirsên "Gelo min çend caran ew şikand, çend caran ew êşand, çend caran min ew hembêz kir û maçî kir?" timî ji xwe kiriye.

"... Melek bi du salan ji min biçûk bû. Melek jî dibistana xwe di dereceya yekemîn de qedand. Piştî ku lîse qedand biryar da ku biçe Tirkiyeyê. 98 ji sedî pûan wergirt û ezmûna zanîngehê bi rengekî serketî qezenç kir. Qeyda xwe li Fakulteya Tipê ya Hacettepeyê kir û yekemcar wê carê em ji hev qut bûn, ku qutbûna herî demdirêj bû. Derfetên me yên çûn û hatinê tune bû, bi rêya xizmên xwe yên li wê derê me hewl didan agahiyan jê werbigirin. Rojekê xizmên me li bavê min digerin û jê re dibêjin ku ew nikarin agahiyên jê bigirin. Carekê me pirsî û taliyê me xwe gihand şopa wî; em hîn bû ku qeyda xwe li Fakulteya Tipê ya Çapa ya Stenbolê qeyda xwe çêkiriye. Li wir hem dixwend hem jî dixebitî."

'KARTPOSTALA DAWÎ...'

Samer bêhnekê vedide û dixwaze qala Melek bike, dixwaze ku her kes Melek nas bike. "Havîna sala 1991'ê bû, cara dawî hat. Piştre careke din nehat. Me jî nekarî agahiyan jê bigirin. Emrê me nêzî hev bû, lewma di nava malbatê herî zêde ez û ew nêzî hev bûn. 10-15 rojan carekê name dinivîsand, hîn jî nameyên ku wî şand li cem min in. Herî dawî kartpostalek şandibû ku wêneyê jineke li qiraxa deryayê digiriya li ser bû. Dema ku min qert dît, gelekî hestewar bûm. Wê şevê xew neket çavê min, ji bo kêliyekê jî ji bîra min derneket. Dema bû sibeh min ji malbatê re got ku ez ê biçim li wî bigerim. Min da pey Melek, li Enqere û Stenbolê xwe gihand hemû nasan. Di destpêka Îlonê de tevlî tu ezmûnan bûbû û piştre kesî ew nedîtibû. Ji min re gotin ku çûye çiyê. Herî dawî min hevalekî wî dît, ji min re got 'me jê re got, wê bê'. Bi hêviya ku vegere ez jî bi rojan li bendê mam, lê nehat. Şehîd hate ragihandin, lê belê me ti carî bawer nekir ku şehîd bûye. Hîn jî me xwe îqna nekiriye."

DAXWAZ Û HÊVIYA SAMER

Di nava tiştên ku der barê Melek tê bîra Samer a herî derdiket pêş, hezkirina ji welêt bû. Dibêje, "Gelekî dilsozê Kurd û Kurdistanê bû. Ji bo Kurdistanê canê xwe dikarîbû feda bikira" û wiha dewam kir: "Ti carî neheqî qebûl nedikir. Dema ku li vir bû ji rejîma Baas gelekî nerazî bû. Dema ku çû Tirkiyeyê rejîma Sûriyeyê li vir gelek hevalên wî girt. Dihat û ji bo demeke kurt dima, lewma nekarîn wî bigirin. Sala ku ew çû min jî klînîkeke nû vekiribû. Hat çenteyek ji min xwest. Min jî jê re got, 'çenteyê de nû ye, pêwîstiya te bi yeka nû nîne'. Dema ku çû ez maçî kir, hembêz kir, lê weke ku ji min xeyidî bû. Her tim di nava min de ma. Hîn jî dibêjim çima wê demê min jê re nekirî û gelekî poşman im. Ji wê demê û pê ve zarokan çi ji min xwestin, pêwîst be yan jî nebe, ji bo neşikên ji wan re dikirim..."

Daxwazeke Samer heye: "Ez gelekî hez ji stranên Kulîlka Azadî û Newrozê dikim. Timî lê guhdarî dikim. Gelekî dixwazim ku stranên wî gotiye ji nû ve qeyda wan çêbibe û bên belavkirin..."

YADÎGARA MELEK A HERÎ HÊJA YA JI BO DAYÊ ÊDÊ

"Dibêjin çiya nagihêjin çiya, lê mirov digihêjin mirovan. Bi hêviyê timî li bendê mam, lê belê ew nehat... Hîn jî li bendê me..."

Dema ku min ji Samer re got, dixwazim dayik û bavê Melek bibînim, em bi hev re bi rê ketin. Dayê Êdê em pêşwazî kir. Dayika wî 85 salî ye. Bavê wî nexweşê Alzheîmer ye Dayê Êdê mîna li zarokekî binere li hevserê xwe dinere. Bavê wî gelek tiştên berê ji bîr kiriye, lê di hişê wî de tenê Melek maye. Xuya ye hezkirin, hesret dikare bi hişê mirovan. Her tim yek hebû ku hişê wî jê biribe jî dilê wî nekariye jê bibe. Radihêje wêneyên wî û ji her kesên li kolanan re dibêje, "Ev kurê min e, we dîtine?"

Dibêjin "Jin bîr e, dîrok e, danhevî ye", Dayê Êdê jî bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Çi tiştên Melek hebin bi hesasiyeteke mezin parastiye di nava sindoqê de. Kaseda 'Kulîlka Azadiyê' ya Koma Amed, albûma wî ya wêneyan, pirtûk û kovarên wî... Çi tiştên ku Melek destê xwe dabe, lê nihêrî be û dengê wî yê bedew yadîgara herî hêja ya Dayê Êdê ye.

‘ROJEKÊ BÛ ÇÛKEK Û KETE XEWNA MIN…’

Dema albuma wêneyan tîne û ji bo ku tevî me lê binihêre, bi hêsirên çavê xwe yên qet nasekine qala Melekê xwe dike. “Dema zarok bû, serê wî diêşîya min dibir Qamişlo ser dixtor. Piştî çar keçan Xwedê ew da min, ji ber wê min gelekî jê hez dikir. Ew delalî bû. Heta 7 salî jî li ber cem min radiza. Mala me du kat bû, me li jor odeyek dabû wî. Hevalên wî dihatin jêr, kevir diavêtin paceyê , ew jî dadiket jêr. Kovar dida wan. Carekê rastî min hat, ez çûm odeya wî ya li jor, min meraq kir bê ka ew çi dike. Dema ez çûm ba wî, kitêbên wî yên dersê li ber wî bû, kovar xistibû nav kitêba dersê. Min jê re digot, ‘Dixtorên me kêm e, dibistana xwe biqedîne, piştre tu çi dikî bikî’ wî jî digot, ‘Em şehîdan nedin wê Kurdistan çawa azad bibe.’

Rojekê bû çûkek û kete xewna min, ez jî didim dû wî, dixwazim wî zeft bikim lê ez nikarim. Firiya çû.”

Dayê Edê û Samer bi hesret û kovaneke 28 salan cara pêşîn qala ‘qehremanê çîrokê’ Evdilmelik Şêxbekir kirin. Hesreta dayê Edê gelekî kûr û zêde bû. Melekê wan hê jî Ii ber serê wan e, nêzî wan e, di dilê wan de ye..Dayê Edê ji ber dûrahîyeke bi kîlometreyan axînekê dikişîne, bi kesereke ji demsaleke şînê dibêje ‘Kul diçe kula wî naçe, heta ku ez nekevim bin axa sar, kula wî naçe’…

Li ser navê hemû kesên ber bi efsûna dengê Evdilmelik Şêx Bekir ketine û bi dengê wî rêya xwe dîtine, qalkirina wî deynek bû di stûyê min de. Dema ez diqedînim ‘Kulîlka Azadî’ lê dikeve, bi dengê wekî bayekî hênik ê azadiyê yê Evdilmelik Şêx Bekir ez meşa xwe didomînim.

EVDILMELÎK ŞÊXBEKIR KÎ YE?

Di sala 1968’an de li bajarê Amûdê ya Kantoya Cizîrê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik dibe. Di sala 1987’an de Fakulteya Tipê ya Hacettepeyê qezenc dike, ji Amûdê diçe Enqereyê. Evdilmelik Şêxbekir bala wî li ser muzîk, wêne û helbestê ye. Di sala 1988’an de tevî komek hevalên xwe yên xwendekarên tipê Koma Amedê ava dikin. Di sala 1990’an de derbasî Fakultepa Tipê Zanîngeha Çapayê ya Stenbolê dibe, di heman salê de albuma ‘Kulîlka Azadî’ ya Koma Amed derdixînin. Melek ê ku bala wî li ser siyaset û hunerê heye, ji bo pêşketina çand û zimanê Kurdî, ligel ku zext hene jî di warê hunerê de xwe bi pêş ve dibe û ji bo avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Stenbolê tevkariyeke mezin dike. Di sala 1991’an de tevlî nav têkoşîna azadiyê ya Kurdan, beşdarî nav refên gerîlayan dibe. Di Gulana 1992’an de li Engîzekê şehîd dibe.