Hunermendên Kurd: Em xwedî li berxwedana endamên Grûp Yorûm derkevin

Hunermendên Kurd bi vîdeoyekê bal kişandin ser rojiya mirinê ya endamê koma Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û gotin “Em xwedî li berxwedanê derkevin.”

Hunermendên Kurd bi vîdeoyekê bal kişandin ser rojiya mirinê ya endamê koma Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek.

Hunermendên Kurd Ozan Emekçî, Hasan Saglam, Denîz Deman, Seyîdxan, Diyar Dêrsim, Hozan Comerd, Nûarîn, Ferhat Tûnç, Yasîn Boyraz, Memo Gul, Bulent Tûran, Şengul Pak, Alî Îkîzer, Ozan Serdar, Binevş, Kemal Ceylan û Mazlûm Rewşen diyar kirin ku endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek 320 roj in di greva birçîbûnê de ye û divê daxwazên wî pêk werin.

Daxwazên Grûp Yorûmê jî wisa ne, “Bila polîs negirin ser Navenda Çandê ya Îdîlê, konser neyên qedexekirin, hemû endamên Grûp Yorûm serbest werin berdan.”