Rojnivîskên Sorxwîn bû pirtûk

Rojniviskên gerîlaya jin Sorxwîn Ciwana Munzur (Ozgur Kaya) ku 1993'yan tevlî têkoşîna azadiyê bûyî û 11'ê Nîsana 2006'an li Botan Bestanê şehîd bûyî, bû pirtûk.

Rojnivîskên şehîd Sorwîn Ciwana Munzur bû pirtûk. Di vê pirtûkê de serboriya gerîlatiyê ya gerîlaya jin Ozgur Kaya heye, ku 1995'an dest pê dike û heta 2006'an dema ku şehîd dibe, didome. Pirtûk ji hêla rojnameya Nêewaya Jinê ve hate berhevkirin. Pirtûk meha Adarê bi navê ''Dîroka ku dawî lê nayê, rêwîtiya ku dawî lê nayê'' ji hêla Weşanên Meymanê ve hate çapkirin. Pirtûk bi şahidiya rasterast a têkoşîna jiyana gerîla ya tê ber destê xwendekaran.

Pêşgotina pirtûkê ji hêla Sozdar Avesta ve hatiye nivîsîn, ku demekê bi Sorxwîn Ciwana Munzur re mabû.

Gerîla Munzur navê ''dosta razên min' li rojnivîska xwe kiribû û îhtîmala winabûna wê weke mirina xwe dîtibû û li ser rojnivîska xwe gotibû, ''Heke layiq bim bila bibe pirtûk, bila xwerû be''.

Xwendekar di her rêzika pirtûkê de wê zehmetiya jiyana gerîla bibîne, nexasim polîtîkayên pirnisandinê ya dema ku Munzur li Botanê dima.

QEYDA JIYANA GERÎLA

Xwendekar di vê pirtûkê de wê bibîne ku li dijî operasyonên tinekirinên yên dewleta  Tirk ên salên 1995-1999'an gerîla çawa li ber xwe didin û her wiha wê gav bi gav geşedana têkoşîna hebûnê ya jina Kurd bibînin. 

Bi şahîdiya Sorxwîn Ciwana Munzur hemû hîsa gerîla ya li ser mirov, êş, hêrs, bîrîkirin, kêfxweşî û baweriya gerîla bi rengê herî xwerû di pirtûkê de tê vegotin, her wiha tê dîtin ku gerîla ji aliyekî ve çawa zarok dimînin û ji aliyekî ve dibine zana, derwêş.

Ji bo kesên ku dixwazin xwe bigihînin pirtûkê adrês û nimroya telefonê:
[email protected]
0031 65 79 13 0 39