Cîlda yekemîn a pirtûka “Rojava; welatê kesk, sor, zer” hate weşandin

Cîlda yekemîn a pirtûka bi navê “Rojava; welatê kesk, sor, zer” ya 81 rûpelî ya bi Farisî hate weşandin.

Di pirtûka “Rojava; welatê kesk, sor, zer” de mijarên wek aloziya Rojhilata Navîn, şer û gengeşeyên wê her wiha rêbazên avakirina Rojhilata Navîn a nû û Netewa Demokratîk hatine nirxandin. Di dewama wê pirtûkê de ji bandora şoreşa Rojava, pergala konfederal, pirsgirêk û destkeftiyên wê re cih hatiye dayîn. Di dawiya pirtûkê de jî tevgera Rojava û tevgerên şoreşgerî yên cîhanî weke Çiyapas danîne ber hev û hatiye nirxandin.

Cîlda yekemîn a pirtûka bi navê “Rojava; welatê kesk, sor, zer” ji aliyê Babek Muhabad ve hatiye nivîsandin.

Pirtûk ji vê derê dikare were daxistin;