Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a 5’an destpê kir

Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a ji aliyê Yekîtiya Xwendkarên Azad (YXA) ve her du salan ji bo bîranîna şehîdan lidar dixe, îsal ji bo bîranîna ‘Şehîdên Cenga Rojava’ destpê kir.

Pêşbirka 5’emîn a Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ji bo bîranîna ‘Şehîdên Cenga Rojava’ 5’ê Gulana îsal destpê kir.

Komîteya Amadekar têkildarî şert û mercên tevlîbûnê ev agahî parve kir:

“5’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve ji bo bîranîna Şehîdên Cenga Rojava tê lidarxistin. Pêşbirka îsal di 05’ê Gulana 2020’an de destpê kir. Kesên bixwazin beşdarî pêşbirkê bibin divê heta 01’ê Tîrmeha 2020’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatîn diyarkirin.

Merasîma 5’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Deniz Firat wê di 8’ê Tebaxa 2020’an de li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk were.

BEŞÊN BEJDARBÛNÊ

WÊNE KÊŞAN, ÇÎROK Û HELBEST

Zimanê Tevlîbûnê;

Zimanê Kurdî (Bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî), zimanê Erebî û zimanê Tirkî ye.

BEŞA WÊNEKÊŞÎ

Di beşa wêne kêşanê de mijar bi awayek serbest dikare were destgirtin.

Mercên Pêşbirkê:

*Divê berhem ji beriya pêşbirkê li ti cihî ne hatibin weşandin.

*Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan, di beşa çîrokan de bi çîrokekê û di beşa wênekêşî de herî zêde bi 2 berheman dikarin beşdar bibin.

*Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta 01’ê Tîrmeha 2020’an bi rêya E-mail ê bigihînin destê me.

*Her kesê bixwaze di her beşê wêjeyî û wênekêşî de dikare bejdarbûna xwe ji pêşbirkê re pêkbîne.

NAVNÎŞAN

Hewlêr / Wargeha Ş.Rustem Cudî a Mexmûr /

TEGERA CIWANÊN MEXMÛR

[email protected]

[email protected]

www.facebook.com/denizfirat2015

WhatsApp +9647517827293/ +9647515380296”

Hêjayî birîxistiyê ku Denîz Firat weke rojnameger û şoreşgerekê dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir, li qadê karê rojnamegeriyê dikir. Di dema bi karê xwe radibû di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de 8’ê Tebaxa 2014’an şehdî dikeve.

Yekîtiya Xwendekarên Azad ên Mexmûrê piştî şehîdbûna rojnameger Şehîd Denîz Firat ji bo bîranîna wê Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan da destpêkirin. YXA her du salan carekê ji bo bîranîna şehîdan pêşbirkê lidar dixe.