‘Qaqibokirina li dijî Modernîteya Kapîtalîst’ wê belaş were weşandin

Weşanên Înîsîyatîfa Navneteweyî pirtûka ‘Qaqibokirina li dijî Modernîteya Kapîtalîst: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk – Avakirina Berxwedan, Serhildan a Ya nû’ wê di Nîsanê de were weşandin. Wê PDF’yên pirtûkan li ser înternetê belaş were weşandin.

Weşanên Înîsîyatîfa Navneteweyî (Înternatîoal Înîtîatîve Edîtîon) ya ku pêkhateyeke ‘Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re – Aştî ji Kurdistanê re’ ye, diyar kir ku wê di rojên pêş de hin pirtûkan biweşîne. Hate diyarkirin ku wê hin pirtûk li ser dîjîtalê belaş be.

Di vê çarçoveye de pirtûka ‘Qaqibokirina li dijî Modernîteya Kapîtalîst:  Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk – Avakirina Berxwedan, Serhildan a Ya nû’ ya ku hemû axaftin û metnên di konferansa 3’emîn a ‘Network for an Alternatîve Qûest’ a di sala 2017’an de li dar xistibû wê di meha Nîsanê de bi Îngîlîzî, Elmanî û Tirkî were weşandin.

Çapa bi Îngîlîzî û Tirkî ya pirtûkê û çapên bi Îngîlîzî, Elmanî û Tirkî ya hemû konferansê wê bi awayê PDF’ê werin weşandin.

Berdevkê Weşanên Înîsîyatîfa Navneteweyî got ku “Van demên xweîzolekirinê divê ji bo xweperwerdehiyê were bikaranîn.  Ji ber ku konferansa me ya 4’emîn a ‘Qaqibokirina li dijî Modernîteya Kapîtalîst: Em Dinyaya Xwe Dixwazin! Perwerdehiya Xweser Ava Bike û Xwerêxistin Bike’ hate taloqkirin em belgeyên konferansa sala 2017’an bi Îngîlîzî û Tirkî û hemû wersiyonên konferansên berê bi çapa PDF’ê belaş belav dikin. Armanca me ev e ku ji van pirtûkan sûd were stendin.”

Weşanên Înîsîyatîfa Navneteweyî pirtûka ‘Fikra Siyasî ya Abdullah Ocalan’ jî bi Fransî çap kiribû.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin wê pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3- Sosyolojiya Azadiyê jî bi Îngîlîzî û Elmanî were weşandin. Ji weşanên PM Press û Ûnrastê ev pirtûk dikarin werin xwestin.

Derbarê agahiyên pirtûkên nû û yên tên amadekirin li ser malpera Weşanên Înîsîyatîfa Navneteweyî heye.

http://www.freeocalan.org/books/#/turkce

http://ocalanbooks.com/#/turkce