ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Divê pêşî li hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban wiha got: “Divê demildest pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ê ku di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e re bê vekirin.” -
HBDH: Ji bo hesabpirsîna komkujiyan werin em têkoşînê mezin bikin!
Komîteya Rêveber a HBDH’ê li ser bingeha têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ji bo hesabpirsîna komkujiyên Beyazît, Helebce û Gaziyê banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Kongra Star qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî: Em ê li dijî dijmin têbikoşin
Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek weşand û got: “Em soz didin ku em ê erka ku dikeve ser milên me bi cih bînin û li dijî dijminên qirker û kujer têbikoşin.” -
Newroza li Qeyseriyê hate betalkirin
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qeyseriyê bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin. -
Paolo Ferrero: Azadiya Abdullah Ocalan êdî mecbûriye
Paolo Ferrero, Abdullah Ocalan weke fîlozofekî li seranserî cîhanê pênase kir û anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan êdî mecbûriye. Ferrero got: “Tecrîd nîşan dide ku çiqas ji Ocalan ditirsin. Divê em pêngava azadiyê hîn mezintir bikin.” -
Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
Li Mêrsînê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. -
Temellî: Divê em dawî li aboriya faşîzmê bînin
Serokwekîlê Koma Meclîsa DEM Partiyê Sezaî Temellî behsa geşedanên aborî yên di demên dawî de kir û got: “Dixwazin hem şer bidomînin û hem jî di aboriyê de îstiqrarê çêkin, lê ev ne pêkan e.” -
ROJEVA 16’Ê ADARA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Di şahiyên ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
Li Qileban, Wêranşar û Beyoglûyê şahiyên ciwanan hat lidarxistin. Di şahiya ciwanan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
KNK: Dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan û li dijî Herêma Kurdistanê ye
Konseya Rêveber a KNK’ê anî ziman ku serdan û hevdîtinên rayedarên Tirk yên li Iraqê bi armanca komploya li dijî gelê Kurdistanê ne û got: “Dewleta Tirkiyeyê li dijî hemû Kurdan û li dijî Herêma Kurdistanê ye.” -
Li Osmaniyeyê ji ber parvekirinên medyaya dijîtal 3 kes hatin girtin
Li Osmaniyeyê ji 7 kesên ku bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal sewqî edliyeyê hatin kirin 3 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin girtin. -
Li Kadîfekaleyê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê li Kadifekaleyê ku Rahşan Demîrel bi bedena xwe agirê Newrozê gur kiribû, pîrozbahiya Newrozê da destpêkirin. -
Di Nobeta Edaletê de daxwaza vekirina deriyên Îmraliyê hat kirin
Di çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatibûn destpêkirin de careke din banga vekirina deriyê Îmraliyê hate kirin. -
Gefa kuştinê li Halîl Yakût hatiye xwarin
Halîl Yakût li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê di hucreya tecrîdê de tê dîlgirtin, îro bi rêya telefonê ji dayika xwe re gotiye ku ji aliyê serkêşê gardiyanan ve gefa kuştinê lê hatiye xwarin. -
Li Osmaniyeyê operasyona qirkirina siyasî: 7 kes hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de yek jê zarok, 7 kes hatin binçavkirin. -
Serdana gora şehîda Newrozê Zekiye Alkan kirin
TJA, DBP, Dayikên Aştiyê, endamên ANYAKAYDER û DEM Partiyê serdana gora Zekiye Alkan ku sembola Newrozê ye, kirin. Di bîranînê de peyama “em li pey şopa wê û hevrêyên wê ne.” -
Di serdegirtina malan de du endamên ESP'ê hatin binçavkirin
Li Amedê di serdegirtina malan de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdana nû
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ên li Îmraliyê, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Milîsên HBDH’ê li Tûzlayê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê kir
Milîsên Atakan Mahir ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Tûzla ya Stenbolê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê lidar xistin û febrîqe bi temamî şewitandine. -
Li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê hate pêxistin
Li navçeyên Sancaktepe û Sultanbeylî yên Stenbolê agirê Newrozê hatin pêxistin. Girseya gel li dora agir li hev civiya, govend gerandin û dirûşme berzkirin. -
143 roj in aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn
143 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê girtin. -
Sîgûrdsson: Nabe ku tecrîd bi vî rengî dewam bike
Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî hiqûq, peyman û qûralên navneteweyî ye û got ku nabe bi vî rengî dewam bike. -
ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şenyaşar: Eger kurê min neyê berdan ez ê çalakiya xwe bidomînim
Emîne Şenyaşar a ku 4'emîn fitara xwe li ber Wezareta Dadê kir diyar kir ku ger kurê wê di danişîna sibê de neyê berdan dê çalakiya xwe bidomîne. -
Girtiyê ku 2 hefte berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş ê giran Îsmet Çardak ê ku bi hinceta "ji bo ewlehiya gel xeternak e" demek dirêj berdana wî hatibû taloqkirin û 15 roj berê bi kursiya biteker hat berdan, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.