Milîsên HBDH’ê li Tûzlayê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê kir

Milîsên Atakan Mahir ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Tûzla ya Stenbolê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê lidar xistin û febrîqe bi temamî şewitandine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Atakan Mahir ên HBDH’ê bi bîr xist ku Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan dikeve salvegera 8’emîn a damezrandina xwe û got: “Tevgera me bi xwîn, xwih û êşan mezin dibe û xurt dibe.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Armanca me ya sereke pûçkirina êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û têkbirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û polîtîkayên zext û mêtingeriyê yên li ser gelên Tirkiyeyê ye.”

HBDH’ê diyar kir ku milîsên wan ji bo silavkirina salvegera damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan çalakiyên xwe didomîne û têkildarî çalakiya li Tûzlayê ev agahî da:

“11’ê Adarê di derdora saet 15.00’an de me li Tûzlayê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê kir. Me bi rêbazên taybet çalakiya sabotajê pêk anî û di encamê de febrîqe bi temamî şewitî.”