KNK: Dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan û li dijî Herêma Kurdistanê ye

Konseya Rêveber a KNK’ê anî ziman ku serdan û hevdîtinên rayedarên Tirk yên li Iraqê bi armanca komploya li dijî gelê Kurdistanê ne û got: “Dewleta Tirkiyeyê li dijî hemû Kurdan û li dijî Herêma Kurdistanê ye.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê serdan û hevdîtînên rayedarên Tirk yên li Iraqê daxuyaniyek weşand. KNK’ê da zanîn ku demek e desthilatdarên Tirkiyeyê bê navber serdana Iraqê dikin û dixwazin hikûmeta Iraqê di şerê li dijî gelê Kurd de bikin hevbeşê xwe û got: “Dewleta Tirkiyeyê di hemû astan de êrîşî ser Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurd dike. Dewleta Tirkiyeyê li ku dera dinyayê be, li dijî berjewendiyên Kurdistanê û li dijî hemû gelê Kurd e, dixwaze hemû Kurdan bikuje. Ji bo dewleta Tirkiyeyê Kurd dijmin in û çênabe ku Kurdbûn li ser rûyê dinyayê bimîne. Ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha di vê siyaseta wê de tu guherînek çênebûye.”

KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:            

“Di serdan û hevdîtinên desthilatdarên Tirkiyeyê de yên li gel Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanca dewleta Tirkiyeyê ew e ku dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê siyaseta xwînavî û kirêt de bike şirîk. Her çawa bi nav bikin jî, rastî her ew rastî ye ku dewleta Tirkiyeyê bi Kurdan re di şer de ye, dixwaze Hikûmeta Iraqê bîne nav vî şerî û li dijî gelê Kurd şer bike.

TIRKIYE DIXWAZE IRAQ BIKEVE NAVA ŞEREKÎ NÛ

Iraq baş hay ji vê yekê heye û ezmûna wê ya dehan salan di vî warî de heye. Rejîmên Iraqê dehan salan li dijî gelê Kurd şer kirin, wan şeran ji bilî zerarê tiştekî din ji bo Kurd û Ereban neanî. Ew hemû rejîm têk çûn û Iraq jî rastî têkçûn û gendeliyê hat. Rejîma Erdogan wekî rejîma Sedam lê hatiye. Bîst sal berî niha Iraqeke nû ava bû û destûreke demokratîk ji xwe re amade kir. Li gorî vê destûrê pirsgirêka Kurd bi awayekî federalî hatiye çareserkirin. Iraq pir baş dizane ku dijminatiya li dijî Kurdan malwêraniyê bi xwe re tîne. Berevajî vê yekê, dostaniya li gel Kurdan demokrasî û pêşketin û geşedanê bi xwe re tîne. Hewldana dewleta Tirkiyeyê ew e ku dixwaze Iraq bikeve nav şerekî nû. Pêwîst e desthilatdarên Iraqê di vê mijarê de pir hişyar bin û stû li ber daxwazên dewleta Tirkiyeyê xwar nekin.

TEVGERÊN KURDAN JI BO IRAQÊ NE GEF IN

Bi gotina dewleta Tirkiyeyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo Iraqê gef e û pêwîst bê jinavbirin. Mixabin di civîna duh de (14.03.2024) ya li Bexdayê di xala pêncem de ev mijar li gorî daxwaza dewleta Tirkiyeyê hatiye nivîsîn. Ev yek ji bo Iraqê kemîn e û çênabe ku Iraq bikeve nav vê kemînê. Kurd û tevgerên Kurdan ji bo asayişa Iraqê ne gef in, ji bo tu aliyekî ne gef in. Metirsiya mezin ji dewleta Tirkiyeyê tê. Artêşa Tirkiyeyê rojane xaka Iraqê wêran dike û ekolojiya Iraqê dike xopan û hemwelatiyên Iraqê dikuje.

ÊRÎŞ Û KOMPLOYÊN TIRKIYEYÊ

Artêşa Tirkiyeyê beşeke mezin ji xaka Iraqê dagir kiriye û 87 baregehên leşkerî li ser xaka Iraqê ava kirine û dehan hezar leşkerên xwe li wan deveran bi cih kirine. Xewn û timahiyên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê aşkera ne. Dibêjin Parêzgeha Mûsilê (hemû başûrê Kurdistanê) beşek e ji Tirkiyeyê. Dewleta Tirk heta niha her ku der dagir kiribe, bi zorê be jî ji wan deran derneketiye. Eger helwesteke cidî nebe, ji xaka Iraqê jî dernakeve. Di heman demê de êriş û komployên xwe yên din didomîne. Ava çemên Dîcle û Feratê wek çekekê li dijî Iraqê bi kar tîne û di encamê de karesatên aborî û ekolojîk çêdibin.

Pêwîst e Iraq vê rewşê baş binirxîne û hevkariya niyeta dewleta Tirkiyeyê ya xerab neke. Iraqê çareseriyeke pêşkeftî ji bo pirsgirêka Kurd peyda kiriye. Kurd li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê dijîn. Çareseriya Iraqê bo pirsgirêka Kurd baştirîn e û ji hemûyan pêşkeftîtir e. Iraq çênabe ku biçe ser xeta Tirkiyeyê. Pêwîst e Tirkiyeyê bîne ser xeta xwe. Iraq dikare li herêmê bibe nimûneyeke baş û di hemû gotûbêj û kombûnan de ewil vê nimûneyê derxe pêş. Eger Tirkiye bê ser xeta Iraqê û Iraq nimûneya xwe pêşve bibe, şer û metirsî çênabe.

DEWLETA TIRK LI DIJÎ HEMÛ KURDAN Û HERÊMA KURDISTANIYÊ YE

Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşek ji berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di civînê de amade bûn. Dewleta Tirkiyeyê li dijî hemû Kurdan û li dijî Herêma Kurdistanê ye. Erdogan û gelek berpirsên dewleta Tirkiyeyê gelek caran ragihandiye ku ‘Ew şaşiya ku me li bakurê Iraqê kir, em ê li bakurê Sûriyeyê dubare nekin’ pêwîst e her Kurd wateya vê gotinê fam bike. Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ew e ku di encamê de destkeftên Başûr ji nav biçin. Mixabin berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê û beşek ji rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwazin ku vê rastiyê bibînin. Pêwîst e her Kurd vê rastiyê bibîne û hemû Kurdistan li dijî van planên dewleta Tirk raweste.”

Bangewaziya me ji bo Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku:

1. Niyaza dewleta Tirk a xerab bibînin. Li hember vê mebesta xerab û xweperest rawestin û beşdarî siyaseta wan a xwînavî nebin.

2. Pêwîst e li dijî êrîş û operasyonên dewleta Tirk ên li Iraqê bin û ji bo derxistina baregehên leşkerî xebatê bikin û dawî bi dagirkeriyên artêşa Tirkiyeyê bînin.

3. Her wekî çawa Iraq bi Kurdan re di nav gotûbêjan de ye, pêwîst e li welatên din jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hewl bide û bi awayekî aştiyane bi Kurdên welatên din re jî beşdarî gotûbêjan bibe.

4. Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê hevkariya dewleta Tirkiyeyê nekin û dijayetiya komplo û siyaseta wan a qirker bikin.