Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdana nû

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ên li Îmraliyê, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA ÎMRALIYÊ

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo girtiyên din jî yên li Îmraliyê, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.