HEVPEYVÎN

Qeyûmê Sêrtê mala sersaxiyê radestî nijadperestan kir

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş diyar kir ku qeyûm mala sersaxiyê ya Şaredariya Sêrtê ji nijadperestan re veqetandiye û got, ew ê cihê ku mijara gotinê ji nijadperestan re nehêlin.

LI SÊRTÊ POLÎTÎKAYÊN QEYÛM

Yek ji wan bajarên ku ji aliyê qeyûmam ve deyndar hatiye hiştin, Sêrt e. Hat ragihandin ku şaredarî 456 mîlyon û 853 hezar û 781,39 TL deyndar e. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li bajêr polîtîkaya asîmîlasyoneke dijwar û şerê taybet tê meşandin.

Sofya Alagaş got, "Ne rast e ku mirov vê yekê tenê bi qeyûman ve girê bide, encama polîtîkayeke giştî ye, lê ev polîtîka ji aliyê qeyûman ve zêdetir hatiye belavkirin."

QEYDÊN EWLEHIYÊ BI XWE RE BIRIN

Sofya Alagaş, anî ziman ku dema qeyûm tayînî şaredariyê kir gelek amûrên şaredariyê desteser kirin û dîskên ku tê de qeydên kameraya ewlehiyê hebûn jê birin û wiha got: “Tu qeydên ewlehiyê yên beriya hilbijartinê di destê me de nînin. Dema ku çûn, hemû qeyd bi xwe re birin. Ev bi rastî jî mezinahiya sûcên wan ên li şaredariyê, nîşan dide. Wesayît bi boyaxa zeliqandî guherandin û me ev yek bi paqijkirina wesayîtan eşkere kir. Dîsa gelek wesayitên şaredariyê xira bûne û bi mehan e nehatine tamîrkirin. Bi dehan îhale hatin kirin û bi trîlyonan deyn man. Em ê lêkolîn bikin ka gelo ev îhale li gorî rêgezê ne û ev deyn çawa hatine çêkirin. Em ê li hemberî kesên ku li gorî rêgezê tevnegerin jî tedbîrên hiqûqî bigrin. Ger hewce bike, em ê dozê vekin û piştgiriya qanûnî bistînin."

MALA SERSAXIYÊ JÎ DEWR KIRINE

Sofya Alagaş, anî ziman ku ew ê li ser malên ku hatine veguheztin pêvajoya îadeyê bidin destpêkirin û wiha got: “Mînak, maleke sersaxiyê ya ayîdê şaredariyê û ji gel re hatî vekirin, ji nijadperestan re hat veqetandin. Em ê tu carî vê mala sersaxiyê ji nijadprestan re nehêlin û em ê bistînin. Mînakên bi vî rengî gelek in û em ê qanûnek ji bo rakirina van hemûyan derxînin holê. Em ê wan yek bi yek eşkere bikin. Bi vekirina Navenda Jinan a Berfîn em ê ji jinan re qadeke nû ava bikin. Em ê Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan a ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, ji nû ve çalak bikin. Dê di derheqê ziman de xebatên me çêbibin.”