Li Osmaniyeyê ji ber parvekirinên medyaya dijîtal 3 kes hatin girtin
Li Osmaniyeyê ji 7 kesên ku bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal sewqî edliyeyê hatin kirin 3 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin girtin.
Li Osmaniyeyê ji 7 kesên ku bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal sewqî edliyeyê hatin kirin 3 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê de bi îdiaya ku di hesabên medyaya dîjîtal de "propagandaya rêxistina terorê kirine” polîsan bi ser malên 7 kesên ku yek jê zarok bû de girtin û wan binçav kirin.
Ji 7 kesên ku sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê ya Osmaniyeyê hatibûn kirin 3 kes bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin girtin. 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.