ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê bê şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û şehîdên Helebceyê bi bîr anî.
- Şaredarê berê yê Kopenhagenê Vîllo Sîgûrdsson anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li dijî hiqûq, peyman û pîvanên navneteweyî ye û got, nabe ku bi vî rengî dewam bike.
- Mehmet Erbey tevî ku girtiyê bi nexweşiya giran e, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Bûcayê re hate sirgûnkirin û ew xistin hucreya yek kesî. Tê gotin, Erbey timî tecrîdkirî ye, zext û êşkence lê tê kirin.
- Roder Îbrahîm ku xwesteka hunerê bi zarokan parve dike û dike ku hunermendên nû bigihêjin, dixwaze çand û dîroka Kurdan bide nasandin.