Serdana gora şehîda Newrozê Zekiye Alkan kirin

TJA, DBP, Dayikên Aştiyê, endamên ANYAKAYDER û DEM Partiyê serdana gora Zekiye Alkan ku sembola Newrozê ye, kirin. Di bîranînê de peyama “em li pey şopa wê û hevrêyên wê ne.”

ZEKIYE ALKAN HAT BÎRANÎN

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Enatoliê (ANYAKAYDER) û rêxistina Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana gora Zekiye Alkan a li Bornovayê kirin. Zekiye Alkan di Newroza 1990’an de li Sûrên Amedê bedena xwe dabû ber agir.

Di bîranînê de bê navber dirûşmeyên “Newroz pîroz be”, “Şehid namirin” ve “Bijî Newroz” hatin berzkirin.

Di bîranînê de aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan mafê axaftinê girt û wiha got: “Hûn dizanin wê salê li Nisêbînê gelek mirov şehîd bûn. Vê yekê jî pir bandor li Zekiyeyê kir. Li ser gelê Kurd polîtîkayeke mezin a zext, îmha û înkarê hebû. Ev polîtîka herî zêde li dijî jinan dihat meşandin. Zekiye jî bandor bû. Çû Sûrên Amedê û bang li hemû jinan û Kurdan kir. Got, ‘Ez vê zext û zilmê qebûl nakim. Ez ê bibim dengê jinên Kurd û Kurdistanê. Ez ê li sûrên Amedê bedena xwe bidim ber agir’. Peyama Zekiye ji sala 1990’an û vir ve ji me re bû mîrate. Em li pey şopa Zekiye û hevrêyên wê ne. Em ê timî wan bi bîr bînin. Em ê jî bi vê zanebûnê li dijî zilm û tunekirinê têbikoşin.”