143 roj in aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn

143 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 143 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwarin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnews bang kir ku aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed were eşkerekirin û demildest were berdan.

Tevî ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin jî, hîn ti daxuyanî ji aliyê rayedarên PDK’ê ve nehatine dayîn.