Newroza li Qeyseriyê hate betalkirin

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qeyseriyê bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin.

Destûra ji bo Newroza ku dihate plankirin li cihê bazarê yê li Taxa Boztepe ya navçeya Kocasînan a Qeyseriyê were pîrozkirin hatibû wergirtin, ji aliyê qeymeqamtiya navçeyê û miduriyeta polîsan a navçeyê ve bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qeyseriyê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya fermî ya platforma X’yê ev parvekirin kir: “Pîrozbahiya Newrozê ya ku di 17’ê adarê de li Qeyseriyê ku ji aliyê qeymeqamtiyê ve destûra wê hatibû dayîn, di 15’ê adarê de ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Bajêr ve bi hinceta ewlehiyê hate betalkirin.”