Berdana rojnamevan Derya Ren hate astengkirin

Rojnamevan Derya Ren ku dîl tê girtin, bi hinceta 'cezayê dîsîplînê' berdana wê ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

TALOQKIRIN BERDANA DERYA RENG

Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di 25’ê cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û bi hinceta teqezbûna dosyaya wê hatibû girtin. Tehliyeya Ren, bi îdiaya “cezayê disiplînê” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû rojnameger Ren. Dadgeha Bilind jî ev ceza di sala 2022’yan de erê kir û ren hate girtin. Ren, di 31’ê tebaxa 2023’yan de bi daxwaza “berdana bişert” serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Amedê da. Dadgeriyê di 17’ê cotmeha 2023’yan de daxwaza Ren bi hinceta guherandina qawîşê red kir. 
 
Ren li bendê bû ku di 6’ê gulanê de were tehliyekirin. Ren, li ser telefonê li malbata xwe geriya û got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi îdiaya “cezayê disiplînê” tehliyeya wê ji bo 3 mehan taloq kiriye. 
 
Parêzerên Ren dê li dijî biryarê îtîraz bikin.