Şenyaşar: Eger kurê min neyê berdan ez ê çalakiya xwe bidomînim

Emîne Şenyaşar a ku 4'emîn fitara xwe li ber Wezareta Dadê kir diyar kir ku ger kurê wê di danişîna sibê de neyê berdan dê çalakiya xwe bidomîne.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û 2 kurên wê hatin qetilkirin, didome. Emîne Şenyaşar a ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Wezareta Dadê Nobeta Edaletê didomîne, xwest kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew ê sibê biçin danişîna birayê xwe Fadil Şenyaşar ku dê li Meletiyê bê lidarxistin û got: "Eger di danişîna dozê de biryareke adil neyê dayîn, em ê dîsa bên Enqereyê û çalakiya xwe ya li ber Wezareta Dadê bi hevgirtineke xurtir bidomînin."

Emîne Şenyaşarê jî diyar kir ku ew ê sibe biçin dadgehê û got: “Ez jî piştgiriyê ji dayikan dixwazim. Bila kurê min berdin û ez herim malê. Ger kurê min bernedin ez ê li vir çalakiya xwe bidomînim. Ên sûcdar li derve digerin, lê kurê min girtî ye. Çima qeydên me vediêşêrin, ma mirov li nexweşxaneyan mirovan dikujin?"

Malbata Şenyaşar ku parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) serdana wê kir, li ber wezaretê 4'emîn fitara xwe kir. Piştre malbata Şenyaşar çû Meclîsê. Malbatê diyar kir ku dê ji bo danişîna li Meletiyê bi rê kevin.