Li Komeleya Bordeaûxê quncikek ji wêneyên şehîdan

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) quncikek ji wêneyên şehîdan hate amadekirin.

Merasîm roja Yekşemê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin û bi merasîmê quncikek ji wêneyên şehîdan li komeleyê hate avakirin.

Xebat bi pêşengtiya malbatên şehîdan pêk hat û ji aliyê gel ve piştgiriyeke xurt hate dayîn.

Siyasetmedar Cûma Tak di merasîmê de axivî û ev yek anîn ziman: "Gelê ku xwedî li şehîdên xwe dernakeve, gelekî pûçbûyî ye. Ev partî partiay şehîdan e. Eger em daxwaza jiyaneke bi rûmet bikin, hewce ye ku em têkoşîneke bi rûmet bimeşînin."

Piştre bi dirûşmeyan quncika ji wêneyên şehîdan hate vekirin.