HBDH: Ji bo hesabpirsîna komkujiyan werin em têkoşînê mezin bikin!

Komîteya Rêveber a HBDH’ê li ser bingeha têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ji bo hesabpirsîna komkujiyên Beyazît, Helebce û Gaziyê banga mezinkirina têkoşînê kir.

DAXUYANIYA HBDH’Ê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman:

‘‘Meha Adarê tevî ku meha qetlîaman e jî di heman demê dê bi serhildanên xwe tê zanîn. Di vê mehê de êrîşên dewleta faşîst bûne sedema komkujiyan, lê belê di heman demê de ev meh e ku têkoşîna şoreşgerî, îrade û lehengiyê jî xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Meha Adarê meha mezinkirina têkoşîna şoreşgerî, hêrs, bawerî û îradeyê ye. Di vê wateyê de çavkaniya hêz û azweriya têkoşîna me ya şoreşgerî ye. Bi vê biryardariyê em ê ji komkujiya Beyazîtê, Helebceyê û heya ya Gaziyê ji hemûyan hesabê bipirsin.

KOMKUJIYA BEYAZÎTÊ

Ciwan ku ew hêza sereke ya dînamîk a têkoşîna şoreşgerî ne û di tevahiya dîrokê de bûne hedefa hêzên faşîst ên desthilatdar. Hêzên faşîst bi komkujî, êşkence û gelek rêbazên din ên êrîşan tim hewl dane ku ciwanan teslîm bigirin û wan ji xeta têkoşînê dûr bixin. Lê belê ciwanan di her serdemê de rol û berpirsiyariya xwe ya şoreşgerî bi cih aniye. Di komkujiya 16’ê Adara 1978’an de ya li Qada Beyazîtê armanc teslîmgirtin û çewisandinan ciwanan bû. Ciwanên zanîngehê li dijî zext û êrîşan derketin û ji aliyê kontrayên faşîst ve li Qada Beyazîtê hatin qetilkirin. Komkujiyan nekarî pêşiya ciwanan bigire ku têkoşîna xwe ya şoreşgerî mezin bikin. Bi hezaran ciwanan bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî bersiv dan komkujiyan. Îro jî ciwan bi çeka xwe li dijî faşîzmê li zanîngehan, kolanan, çiyayên azad û bajaran li dijî faşîzmê derdikevin û têkoşîne bêhempa nîşan didin.

KOMKUJIYA HELEBCEYÊ

Gelê Kurdistanê di hemû serdemên dîrokê de ji aliyê dewletên faşîst ên dagirker ve bi komkujî û qirkirinan re rû bi rû maye. Komkujiya Helepceyê jî ku bi operasyonên Enfalê dest pê kir û di 16’ê Adara 1988’an de weke rojeke tarî û xwînî di dîrokê de cihê xwe girt, yek ji van êrîşan e. Di encama êrîşa Saddamê dîktator de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Êrîşên paşmayî û hevkarên Saddam îro didomin. Di pêşengiya dewleta Tirk a faşîst de êrîşên bi bombeyên kîmyewî û teknîkên nû li çar parçeyên Kurdistanê û li ser qadên gerîla bênavber berdewam dikin.

Tevî hemû qirkirinan ku ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tên kirin jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd roj bi roj mezintir dibe. Îro çar parçeyên Kurdistanê ji bo dagirkeran bûye qada şerî. Wê gelê Kurdistanê û dostên wan, van êrîşên komkujiyan têk bibin.

KOMKUJIYA GAZIYÊ

Gelê Elewî yê kedkar hem ji bo ku bi dewleta faşîst a tekparêz re nebû yek û hem jî ji bo ku bûn beşeke têkoşîna şoreşgerî gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû man. Komkujiyên Mereş, Sêwas, Çorûm û Gaziyê ji wan komkujiyên e ku hêzên faşîst, teslimgirtin, tirsandin, asîmîlekirin û jidûrxistina têkoşîna Elewiyan armanc dikirin. Bi boneya salvegera Komkujiya Gaziyê ya 12’ê Adara 1995’an û em bi rêzdarî kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin. Komkujî ji aliyê çeteyên kontra yên faşîst ve hat kirin û gelê me bi raperînên xwe yên li taxa Gaziyê û taxên din bersiveke baş dan vê komkujiyê. Raperîna gel ku bi Komkujiya Gaziyê re pêş ket, bi awayekî eşkere têkoşîna li dijî pergala faşîst û qirker nîşan da. Hewce ye têkoşîna li dijî faşîzmê weke raperîna li dijî Komkujiya Gaziyê were pêşxistin. Îro civak bi êrîşên qirker ên faşîst re rû bi rû ye. Ji Rojava bigirin heya Herêmên Parastinê yên Medyayê û heya metropolan jî êrîşên komkujiyan berdewam dikin. Çawa ku têkoşîna li dijî êrîşa Gaziyê rê li ber komkujiyên mezintir girt, îro jî karker, kedkar, Elewî, jin, ciwan, gelên bindest hemû bi hev re dikarin têbikoşin û rejîmên faşîst hilweşînin û rê li ber komkujiyan bigirin.

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan tam jî ji bo vê yekê pêk bîne hate avakirin. Ji bo têkbirina faşîzmê û bidestxistina azadiyê! Têkoşîna me ya Şoreşa Yekbûyî ku di sala xwe ya 8’an de ye, ji bo azadiya gelan didome. Ji bo ku em li dijî faşîzmê serkeftinê bi dest bixin, ji bo hesabpirsîna komkujiyên Beyazît, Helebce û Gaziyê li ser bingeha têkoşîna Şoreşa Yekbûyî werin em têkoşînê bi hev re mezin bikin.’’