Li Osmaniyeyê operasyona qirkirina siyasî: 7 kes hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de yek jê zarok, 7 kes hatin binçavkirin.
Li Osmaniyeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de yek jê zarok, 7 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komara Osmaniyeyê bi îdîaya ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê kirine”, derbarê gelek kesan lêpirsîn da destpêkirin. Polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. 7 kes binçavkirin ku yek ji wan zarok bû. 7 kesên hatine binçavkirin, seqî Edliyeya Osmaniyeyê hatin kirin.
Polîsan 7 kes bi kelemçekirî birin edliyeyê. Xizmên ciwanan ên li baxçeyê ediyeyê, bi gotina “van ciwanan çi kiriye?” nerazîbûn nîşanî polîsan dan.