AKP'ê Taksîm 'qedexe' kir, DÎSK li ber rabû

DÎSK'ê nerazîbûn nîşanî 'qedexeya' dewleta Tirk a li ser pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Taksîmê da.

DAXUYANIYA DÎSK'Ê YA LI SER TAKSÎMÊ

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku Taksîm li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê 'hatiye qedexekirin'. Piştî vê daxuyaniyê, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) nerazîbûn nîşan da. DÎSK'ê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist ku qedexekirina Qada Taksîmê li karkeran weke binpêkirin pênase kiribû û ji bo 1'ê Gulanê bang kir.

Di daxuyaniya DÎSK'ê de hate gotin, "Her kesên ku xwe weke parçeyek ji wê çandê dibîne heye ku 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê wê wateyê careke din tecrûbe bike û wê tecrûbeyê jî bigihîne nifşên nû. Astengkirina kombûna li Qada Taksîmê di 1'ê Gulanê de tê wateya astengkirina belavkirina wî fikrî."