Li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê hate pêxistin

Li navçeyên Sancaktepe û Sultanbeylî yên Stenbolê agirê Newrozê hatin pêxistin. Girseya gel li dora agir li hev civiya, govend gerandin û dirûşme berzkirin.

AGIRÊ NEWROZÊ

Agirê Cejna Newrozê ku dê îsal li 57 navendan bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîroz kirin, li navçeyên Stenbolê hate gûr kirin.

Li navçeyên Sancaktepe û Sultanbeylî yên Stenbolê agirê Newrozê hate pêxistin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên navçeya Sancaktepeyê û welatiyan li taxa Emek ya girêdayî navçeya Sancaktepeyê cejna Newrozê pîroz kirin.

Li dora agir bi gerandina govendê re tim dirûşmên mîna “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz Be”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Navnîşana pîrozbahiyê ya din jî navçeya Sultanbeyliyê bû. Gelê ku beşdarî şahiya Newrozê bû, li dora agir stran gotin û govend gerandin.

Di şahiyê de dirûşmên mîna “Newroz pîroz be”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û agirê Newrozê gûr kirin.