Li Kadîfekaleyê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê li Kadifekaleyê ku Rahşan Demîrel bi bedena xwe agirê Newrozê gur kiribû, pîrozbahiya Newrozê da destpêkirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ya Îzmîrê ku Rahşan Demîrel di sala 1992'yan de bedena xwe da ber agir, xwest li ser sûrên bajêr starta Newrozê bide. Lê li keleha ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, bi fermana Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta keleh qada SÎT'ê ye destûr nehat dayîn ku agirê bê vêxistin. 
 
Gelek welatiyên ku ji bo pîrozbahiyê hatin vir, bi dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî Newroz" û "Zext nikarin me asteng bikin" nerazîbûn nîşan dan.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Mehmet Kûrûş û Vezan Karabûlût li vir daxuyanî dan. Mehmet Kûrûş anî ziman ku ew pêkanînên qedexekirinê qebûl nakin û got: “Em ê di 17’ê Adarê saet di 12’an de li Qada Gundogdûyê bi awayekî bi heybet Newrozê pîroz bikin û bersiva vê feraseta qedexeker bidin. Tu hêz nikare pêşiya Cejna Newrozê ya rewa û mafdar bigire. Bijî Newroz, Newroz pîroz be."
 
Vezan Karabûlût diyar kir ku têkoşîna Kawayan a li dijî Dehaqan didome û got: “Êdî Cejna Newrozê ne cejn e. Bû roja têkoşîna li dijî Dehqan. Bijî Newroz, bijî Kawa, bimire Dehaq."
 
Girse pişt re guh neda qedexeyan û bi dirûşme, stran û tilîliyan li hundirê kelehê meşek li dar xist. Girseyê li derveyî kelehê govend gerand.