Di Nobeta Edaletê de daxwaza vekirina deriyên Îmraliyê hat kirin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatibûn destpêkirin de careke din banga vekirina deriyê Îmraliyê hate kirin.

Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Di nobetê de bal kişandan ser amadekariya şer a dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê. Beşdarvan û çalakvanên Nobeta Edaletê peyama “Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin” da. 

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 95’an de berdewam kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana Nobeta Edaletê kir. Namzetên DEM Partiyê biç epik, tilîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. 

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê meseleyeke ku Kurdan eleqe dike ye û wiha got: “Em ji temamê Tirkiyeyê re vê dibêjin; domandina tecrîdê tê wateya serweriya polîtîkayên şer a li her çar aliyê welat, tê wayeta paşguhkirina daxwazên gelê Kurd, berdewama birçîtî û xizaniyê. Ji ber ku tecrîd sedem û encama polîtîkayên şer e. Ji ber vê yekê divê ev qêrîna di Nobeta Edaletê de bê bihîstin.”

Beştaş destnîşan kir ku yekane rêya derketina ji krîzên heyî yên li Tirkiyeyê di vekirina deriyên li Îmraliyê re derbas dibe û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan Rêberekî ku bi milyonan kesên li vî welatî jê re dibêjin ‘vîna min e’ ye. We beriya niha ew mûxatab girt û di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê bêhneke rehet wergirt. Ji bo ku vegerin şer sedemek tune ye. Cihekarî, bêhiqûqiya li dijî kurdan tiştekî nade qezenckirin dide windakirin. Tecrîd li gorî hiqûqa navnetewî û hiqûqa navxweyî jî îşkence ye. Îşkence yek ji sûcên herî giran ê di cîhanê de ye. Tecrîde bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin.”

Namzetê Hevşardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mûrat Çepnî yê piştre axivî, qala girîngiya çalakiya nobeta edaletê kir. Çepnî da xuyakirin ku her kesên xwedî îdîaya parastina nirxên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê xwedî hin berpirsyariyan e û wiha got: “DEM Partî û dayikên me yên çalakiya nobetê didomînin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têdikoşin. Divê li dijî tecrîd, îşkence û xespkirina maf hemû raya giştî rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartinên ‘îşkenceya li zindanan bidome an ne ye’.”

Piştî axaftina namzetan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşentiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 99’an de berdewam dike. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Qelqelî û Rêya Armûşê û şêniyên taxa Yaliyê hatin serdana nobetê. 

Ji xizmên girtiyan Sevat Beyhan anî ziman ku ew tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin û wiha got: “Greva birçîbûnê ya zarokên me li girtîgehan dane destpêkirin didome. Li hêla din Tirkiye û Barzanî li dijî zarokên me amadekariyên şer dikin. Li dijî van, em jî ji bo çareserî û aştiyê nobeta xwe didomînin. Ma dê heta kengî di şer de israr bikin. Ji bo aştiyê, ji bo xatirê birêz Abdullah Ocalan divê em qadên Newrozê tije bikin.” 

AMED

Li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 102’yemîn de berdewam kir. Kesên tev li nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê tê domandin bûn, pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Nazîme Boltan a di çalakiya nobetê de axivî, wiha got: “Bila Rêberê me weke herkesê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. 102 roj in em li vir rûniştine. Em ji bo Serokê xwe li vir in. Em bang li hemû malbatên girtiyan û gel dikin ku piştgiriya me bikin. Zarokên me çend roj in ji bo hevdîtinê di greva birçîbûnê de ne, bila demildest hevdîtin pêk were.”

Malbatên girtiyan ên di nobetê de pişt re çûn serdana şîna girtiyê nexweşê giran Îsmet Çardak ê beriya 15 rojan bi kursiya biteker hate berdan û duh di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da ya li Mala Şînê ya Hevêdaniyan kirin.

ÊLIH 

Li Êlihê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê rêxistina DBP’ê Êlihê hatiye destpêkirin di roja 44’emîn de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bûcak, DBP, Rêxistinên DEM Partiyê yên Bajaran, Platforma Ked û Demokrasiyê serdana nobetê kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Piştî gotina klamên dengbêjan nobet bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 

MÊRSÎN 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 102’yemîn de berdewam dike. Meclîsa Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn û di nobetê de berxwedana li zindanan hate silavkirin. 

MÊRDÎN 

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 68’an de didome. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê nobet bi stran û dirûşman domandin. Di nobetê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de zendik hatin amadekirin. Gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Her wiha şandeyeke ji Şaxa ÎHD’a Mêrdînê jî hate serdanê. 

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Veysî Parilti di serdanê de wiha got: “Daxwazên Nobeta Edaletê daxwazên însanî ne. Dayik dixwazin tecrîda li girtîgeha bi dawî bibe û edalet, demokrasî û hiqûq bê. Weke ÎHD’ê em jî piştgiriyê didin van daxwazan. Dê piştevaniya me ya bi nobetê re bidome. Serkeftinê dixwazim.”