Gefa kuştinê li Halîl Yakût hatiye xwarin

Halîl Yakût li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê di hucreya tecrîdê de tê dîlgirtin, îro bi rêya telefonê ji dayika xwe re gotiye ku ji aliyê serkêşê gardiyanan ve gefa kuştinê lê hatiye xwarin.

Halîl Yakut bi hinceta alîkarîdayîna ji mexdûrên erdhejê re bi awayekî neqanûnî hatibû binçavkin.

Derket holê ku li girtîgehê serkêşê gardiyanan gefa kuştinê li Halîl Yakût xwarine.

Dayika Halîl Yakût Gulten Yakût ji ANF'ê re axivî û got ku îro bi rêya  telefonê bi kurê xwe re axivîye û kurê wê jê re gotiye ku ji aliyê serekê gardiyanan ve bi kuştinê hatiye tehdîdkirin û ewlehiya wî tune ye.

‘GIRTÎYÊN CEZAYÊ MUEBETÊ LÊ HATINE BIRÎN WÊ TE BIKUJIN’

Gulten Yakûtê got ku kurê wê îro di saet 13.50’an de telefon kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Îro roja telefonkirina Halîl bû. Li min geriya û got ku di 10'ê Adarê de serekê gardiyanan ji pencereya hucreyê gefa kuştinê li min xwariye û jê re gotiye; ‘Li vir girtiyên ku cezayê muebetê lê hatine birîn wê te bikujin û em jî tiştekî nakin û em ê bêjin wî xwe kuştiye.’ Got ku wî li Dozgeriya Înfazê serlêdana sûcî kiriye, lê belê nizane ku daxwazname gihîştiye cihê xwe yan na.

‘EWLEHIYA KURÊ MIN TUNE YE!’

Gulten Yakût destnîşan kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê ji bilî kurê wê Halîl  Yakût û 2 kesên din tu girtiyên siyasî tune ne û got: ‘’Ewlehiya kurê min tune ye. Ji rayedaran dixwazim ku tiştekî bikin. Ez dixwazim ku kurê mi ji hucreya yekkesî bê derxistin û wî bişînin li cem her du hevalên wî yên bi hev re hatine sirgunkirin. Qet nebe di rewşên wiha de wê haya wan ji hev hebe.’’