ROJEVA 16’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

-Kampanyaya DEM Partiyê ya ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê wê were şopandin.

-Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed wiha got: “Newroza sala 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo. Divê em li hemû qadan daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.”

-Serokwekîlê Koma Meclîsa DEM Partiyê Sezaî Temellî qala geşedanên ekonomîk ên di demên dawî de kir û got: “Dixwazin hem şer bidomînin hem jî di ekonomiyê de îstiqrarê çêkin, lê ev ne pêkan e.”

-Namzetê DEM Partiyê Mumîn Erol diyar kir ku AKP a ku îradeya hilbijêran desteser kiriye, di dema dagir kirina Şaredariya Tetwanê ya 5 salî de ti çareserî pêk neaniye û got: “Em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne.”

-Paolo Ferrero, Abdullah Ocalan weke fîlozofekî li seranserî cîhanê pênase kir û anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan êdî neçarî ye. Ferrero got: “Tecrîd nîşan dide ku çiqas ji Ocalan ditirsin. Divê em pêngava azadiyê hîn mezintir bikin.”