Milîsên HBDH'ê li Kocaeliyê agir berdan wesayitekê

Milîsên Tolhildanê yên Karker ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Karamursel a Kocaeliyê agir berdane wesayita faşîstekî.

ÇALAKIYA HBDH'Ê

Di daxuyaniya Milîsên Tolhildanê ya Karker a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) hate gotin, "24'ê Nîsanê saet di 23:30'î de li Karamulsel a Kocaeliyê, me agir berdan wesayita faşîstekî. Di encama çalakiya me de wesayit bi temamî şewitî."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî weke bersivdana li operasyonên li Metîna û Bakur hate kirin û heta ku êrişên dagirkeriyê dewam bikin wê çalakiyên xwe dewam bikin.