Kongra Star qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî: Em ê li dijî dijmin têbikoşin

Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek weşand û got: “Em soz didin ku em ê erka ku dikeve ser milên me bi cih bînin û li dijî dijminên qirker û kujer têbikoşin.”

SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBCE

Meclîsa Kongra Star bi boneya salvegera 36’emîn a komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Helebceyê hatin bîranîn û wiha hate gotin: "Komkujiya Helebce komkujiya li dijî mafên mirovahiyê ye. Binpêkirina nasname û mafê gelekî ku hejmara wî 50 miliyon derbas kiriye. Hêzên desthilatdar û sewer ku armanca wan a sereke ew bû ku Kurdan qir bikin, napalma ku bikaranîn jî ne tenê xweza, giha, keskahî şewitand, di heman demê hestiyên zarok, yextiyar, dayik û ajalan jî şewitand. Dîrokê şahidiya vê rastiyê kiriye ku Kurdan li hemberî van komkujiyan dest ji nasname, doza, azadî û şoreşa ku mirovan diparêze berneda."

Di daxuyaniyê de polîtîkaya rejîma Iraqê û dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: "Polîtîkayên dewletên dagirker ên li ser Kurdan bi alîkariya planên navneteweyî tên kirin. Bi van planan dixwain vîna Kurdan lawaz bikin, nasname û hebûna Kurdan ji holê rakirin. "

Di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan hate kirin û ev bêdengî wekî tevkariya di komkujiyan de hat nirxandin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate ragihandin: "Li ber çavê cîhanê li Kurdistanê netewe, ol, çand û nasname hatin parçekirin. Niha jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriyê de ne û li ber çavên her kesî kiryarên dermirovî tên kirin. Ev nîşan dide ku hişmendiya desthilatdar bi israr e di polîtîkayên xwe yên qirkirin û komkujî de berdewam bike. Lawma ger em bixwazin di vê rojê encamên dîrokî derxînin, pêwîstiya gelê Kurd ji av û hawayê bêhtir bi yekitiyê heye. Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin û hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê bi dehan komkujî berdewam bin.

Careke din em şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê erka ku dikeve ser milên me bi cih bînin û li dijî dijminên qirker û kujer têbikoşin.”