BI DÎMEN

Li Kantona Firatê ji bo parastina zeviyan rewşa awarte hate ragihandin

Li Kantona Firatê ji ber demsala çandiniyê rewşa awarte hate ragihandin û hişyarî hate dayîn da ku gel zeviyên xwe yên çandiniyê biparêze da ku saleke bi silamet derbas bibe.

Li Kantona Firatê ji ber hatina demsala çandiniyê û destpêkirina çandina genimî, ji bo parastina zeviyan bi daxuyaniyekê rewşa awarte hate ragihandin.

Daxuyanî li pêşiya Parka 19`ê Tîrmehê bi amadebûna endamên agirkujê û rêveberiyên şaredariyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Herêmî a Kantona Firatê Fewaz Ehmed ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Ji gelê me yê kantona Firatê re em weke Desteya Herêmê ji bo parastina zeviyan û hişyarkirina gel ji agirekî muhtemel rewşa awarte radighînin. Wê hemû wesayîtên agirkujê jî di nava liv û tevgerê de bin û li navendên ku hatine amadekirin belav bibin. Heya niha bi qasî 15 navend li Kantona Firatê hatine amadekirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê nimreya têkiliyê ya hemû tîmên agirkujiyê li ser medyaya dijîtal û çapemeniyê werin belavkirin, da ku gel bikaribe bi awayekî hêsan bi wan re têkeve têkiliyê û ev yek hatin gotin: ‘’Wê ji niha û heya  bidawîbûna demsala çandiniyê, tîmên me tim amade bin. Em jî bang li gelê xwe dikin ku ji me re bibin alîkar ku em zeviyên xwe biparêzin û berhemên xwe yên çandiniyê bi silametî rakin.’’