ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo rojbûna 75'an a Abdullah Ocalan pirtûka taybet
Yekemîn xêzeromana li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Azadî wê bi ser bikeve-Jiyana Abdullah Ocalan bi xêzikan" wê 4'ê Nîsanê li Berlînê bi galayekê bê pêşkêşkirin. -
ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama şewata ku di avahiyeke bilind a li navçeya Beşîktaş a Stenbolê derket de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Serokê Giştî yê CHP’ê: Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye!
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, bertek nîşanî desteserkirina mafê Abdullah Zeydan û mazbataya dan namzetê AKP'ê da û got, "Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye.” -
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê febrîqeyek dan ber agir
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê febrîqeyeke mehfûran dane ber agir. -
Hejmara meha Adarê ya rojnameya Serxwebûn derket
Hejmara 507’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Ji gerîla mizgîniya Newrozê; agirê Newrozê ya li asîmanan vêketî wê bi serketinê tacîdar bibe” derket. -
ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobetên Edaletê: '4'ê Nîsanê' pîroz kirin, serkeftina DEM Partiyê silav kirin
Dayikan li Nobeta Edaletê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û serketina DEM Partiyê silav kirin. -
Girtiyên li Girtîgeha Bûcayê ji bo mafê dermankirinê 38 roj in di greva biçîbûnê de ne
Endamên Grûp Yorûmê Cem Dûrsûn û Oktay Kelebek ên li girtîgeha Bucayê ne, li dijî binpêkirina mafan bi taybet mafê dermankirinê û ji bo berdana girtiyên nexweş 38 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Doza li ser giliyê li dijî Barzaniyan, hate taloqkirin
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, dijî rêveberên Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal a Iraqê doz vekiribû, lê Dadgeha Federal a Iraqê civîna li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya dijî Barzaniyan paşxist. -
Newroz li Kazakistanê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Tarazê yê Kazakistanê hate pîrozkirin. -
Li Gever û Colemêrgê pîrozbahiyên bi coş
DEM Partî li Colemêrg û Gevera hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin, şaredarî bi dest xistin. Pîrozbahiyên gel heta nîvê şevê bi coş dom kirin. -
DEM Partiyê li Rihayê dîrok nivîsî
DEM Partiyê li Rihayê yek ji encamên herî serketî yên demên dawî bi dest xist û li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist. Di nava van şaredariyan de Curnê Reş jî heye. -
ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di dema hevdîtinê de zexta 'Bi Tirkî biaxve' li dayika girtî hate ferzkirin
Fînce Akman a ku di Nobeda Edaletê de ye, nerazîbûn nîşan da ku di dema serdana girtîgehê de gardiyanan axaftina bi Tirkî lê ferz kirine. -
ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Cenazeyê Tozun ê ku li ber mirinê hatibû berdan, şandin bajarê wî
Cenazeyê Mutlak Tozun ê 30 salan di girtîgehê de ma û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da şandin navçeya Panosa Agirî. -
Nobetên Edaletê: Ji bo şandina qeyûman biçin ser sindoqan!
Xizmên girtiyan ên li Nobeda Edaletê bang kirin ku sibê ji bo DEM Partiyê û şandina qeyûman biçin ser sindoqan. -
Li 3 bajaran çalakî: Jiyana girtiyên nexweş di xeteriyê de ye
Di daxuyaniyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin dayîn de, peyama “Jiyana girtiyên nexweş di xeteriyê de ye. Divê demildest bên berdan” hate dayîn. -
Bi ruhê Kizildereyê banga têkoşîna hevpar hat kirin
Li Enqere û Mêrsînê Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînan de hat gotin ku divê li dijî zilmê bi ruhê Kizildereyê têkoşîna hevpar bê meşandin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Turkoglû yê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglû yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hatî qetilkirin, hatin ba hev. -
HBDH: Em ê meşa şehîdên Kizildereyê bi serketinê tacîdar bikin
HBDH'ê şehîdên Kizildereyê bibîr anî û got, "Em ê meşa şoreşgerî ya ku wan daye destpêkirin bi serketinê tacîdar bikin û faşîzmê têk bibin.” -
Girtiyê 30 salan Mûtlak Tozûn jiyana xwe ji dest da
Girtiyê 30 salan Mûtlak Tozûn ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hate rakirina nexweşxaneyê û dema li ber mirinê bû hate tehliyekirin, jiyana xwe ji dest da. -
Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê 2 çalakî kirin
Milîsên Kizildere yên HBDH’ê li Kocaeliyê li dijî avahiya ku ji bo firotina wesayîtan û firotina madeyên hişbir tê bikaranîn, çalakî lidar xistin. -
FED-GEL: Divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava azadiyê be
FED-GEL, da xuyakirin ku divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' be û destnîşan kir ku yên dixwazin gelê Kurd krîmînalîze bikin, divê bi şêwaza çalakiyên demokratîk re bersiv were dayîn.