Hejmara meha Adarê ya rojnameya Serxwebûn derket

Hejmara 507’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Ji gerîla mizgîniya Newrozê; agirê Newrozê ya li asîmanan vêketî wê bi serketinê tacîdar bibe” derket.

HEJMARA MEHA ADARÊ YA SERXWEBÛN

Di hejmara meha Adarê ya Serxwebûn de, bal hat kişandina ser sîstema qirkirin û tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, coşa di Newroza îsal de û Mizgîniya Newrozê ya ku ji aliyê Fermandarê Biryargeha HPG’ê Mûrat Karayilan ve hatî dayîn. Di hejmara meha Adarê de hevpeyvîna ku bi Dûran Kalkan re hatî kirin, nivîsên têkildarî komkujiya Kizildere ya 12’ê Adarê û damezrandina HBDH’ê jî cih digirin.

Ji Cilda 2’yemîn a Parêznameya DMME’yê ya Rêber Apo, nivîsa bi sernavê “Divê rûyê hundir ê Komploya Sedsalê çawa were fêmkirin” di rojnameyê de cih digire.

Di hevpeyvîna ku bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan re hatî kirin de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, pêngava “Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û têkoşîna HBDH’ê ya li ser şopa Mahîr, Denîz û Îbrahîman tê nirxandin.

Nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a bi sernavê “Em Meşa Azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê bi ser bixînin” jî di rojnameyê de cih digire.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven jî ji rojnameyê re nivîsa bi sernavê “PKK’ê ruhê azadî û berxwedanê yê Newrozê jinûve zindî kir” nivîsand.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk jî nivîseke bi sernavê “Kizildere Destpêkek e” nivîsand.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît jî bal dikişîna ser damezrandina HBDH’ê ya di 12’ê Adarê de.

Di rojnameyê de beşa duyemîn a nivîsa yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan a bi naveroka “Rejîma Heqîqetê” jî cih digire. Nivîsa Îskan Amed a têkildarî bîranîna şehîd Diyar Gafûr jî di qepaxa paşê ya rojnameyê de cih digire.

Hûn dikarin li ser ‘serxwebun.org’ xwe bigihînin hemû nivîsên rojnameya Serxwebûn.